Nîsan 25, 2025 20:10 Asia/Tehran

Bi dû gurrbûna gêreyan di navbera Pakistan û Hindê da ku encameke êrişa vê dawîyê ser geştyaran li Kişmîrê ye, Pakistanê tivdîrên tund û giran xistin dewrê.

Lêjneya Ewlehîya Netewî ya Pakistanê ragihandîye ku sînorên bejayî û hewayî ser Hindê da hatine daxistin û tenê zîyaretkerên Sîk dikarin heta dawîya mehê hatin û çûyînê bikin. Herwiha hemî vîzeyên ji bo welatîyên hindî hatine derxistin, hatine ibtalkirin û 48 saet mecal dane wan ku terka axa Pakistanê bidin.

Herwiha berpirsên berevanî, deryayî û hewayî yên balyozxana Hindê dê wek kesên nebaş heta dawîya Nîsanê bên derxistin û hejmara personelên wê balyozxaneyê jî yê dakeve 30 kesî.

Pakistanê herwiha biryar daye ku hemî peywendîyên ticarî yên tev Hindê heta yên ji rêya welatê sêyem bide sekinandin.

Wezîrê Karên Derve yê Pakistanê jî ji Dehlîya Nû xwestîye ku heke belgeyek derheq hebûna rola Pakistanê di bûyera li Pehilgamê da heye, raber bike, ne ku bi buxtanan rewşa herêmê aloz û gurr bibe.

Wezareta Karên Derve ya Paskistanê jî kardarê balyozxana Hindê ban kirîye û nerazîbûna Islamabadê bi awayekî fermî ragihandîyê û ew derheq biryarên emnî yên nû agahdar kirîye.

Ji hêla din va, Xacê Mihemed Asif Wezîrê Berevanîyê yê Pakistanê hişyarî daye ku Hind mijûlê plankarîya pêleke nû ya terorê di axa Pakistanê da ye û gotîye ku heke zîyan li welatîyên pakistanî bikeve, yê eynî kar were kirin.

Rayedarên Wezareta Karên Derve jî di civîneek tev dîplomatên niştecîyê Islamabadê da, helwesta fermî ya Pakistanê rave kirine û pêgirî kirine ku Islamabad sozdarê aştîya mayinde li navçeyê ye, lê yê hibmer macerahezîyên Hindê bêdeng nemîne. 

Serepeyv