Nîsan 22, 2025 15:10 Asia/Tehran

19`emîn Pêşangeha Navnetewî ya Makîneyên Çînê (CIMT) duh li Pêkenê hat lidarxistin û tê de hilberên navxweyî yên nûjen ên cûrbecûr hatin nasandin.

Ev çalakiya şeş rojî, bi mijara Xuliqkariyan û beşdariya di hilberîna dîcîtal û hişmend a Pêşerojê, 2400 kompaniyên amûrên makîneyê ji 31 ​​welat û herêman li  dora hev civand. Teknolojiya hişmend a di pîşesaziya makêneyan de, bi lez amûrên kevneşopî vediguherîne û mîna koma temaran, bi hevdengkirina karên çend makîneyan ve, kontrolkirina deqîq pêkan dike.

Wan Kiyan- Cîgirê serokê kompaniya Wûhan Hûajûng

Di dawiyê de, ew dikare di teknolojiyê de ji sedî 30 hûrbîniya xwe zêde bike û di eynî demê de asta herî jorîn a kêrhatîbûnê ji sedî 5 heta 10 zêde bike.

Ev nîşangeh nîşan dide ku pîşesaziya makîneyan ya Çînê bi bikaranîna teknolojiya  hişê çêkirî bi lez pêş dikeve.

Mao Yofêng- Serokê Civata Çêkerên Makîneyan a Çînê

Bi bikaranîna teknolojiya hişê çêkirî û pêşketina bilez a pîşesaziya makîneyan, lêçûn kêm bûne û hevkariya di navbera kompaniyên di asta jorîn(up Stream) û jêrîn(down Stream) de bihêz bûye.

Nîşangeha Navnetewî ya Makîneyan a Çînê, nîşangeha herî bi prestîj û bi bandor a makîneyên pîşeyî li Çînê ye ku asta hebandina wê ji hêla pîşesaziya gerdûnî ya makîneyê ve di asta  EMO ya Ewrûpa, IMTS ya Amerîkayê û JIMTOF a Japonê da ye.

Serepeyv