Xwenîşandana berfireh a li Tirkiyê
Xwenîşandanên li dijî girtina Ekrem Îmamoglû, şaredarê Stenbolê û hevrikê herî cidî yê di hilbijartin de yê Erdogan, li Stenbolê û çend bajarên din ên Tirkiyê tevî hişyariya Serokomarê vî welatî, Recep Teyîb Erdogan berdewam in.
Xwenşandanên Tirkiyê ji roja Çarşema buhurî ve piştî girtina Îmamoglu, şaredarê Stenbolê û hevrikê sereke yê Erdogan di hilbijartinê de destpê kirin û li Stenbol, Enqere, Îzmîr û bajarên din berdewam bûn. Ev xwenîşandan mezintirîn tevgera di kolanan de ya zêdetir ji deh salên derbasbûyî li Tirkiyê ne. Ozgur Ozel, serokê Giştî yê Partiya Komarxwaz a Gel (CHP) ku partiya mûxalefetê ya hikûmetê ye û li seranserê welêt van xwepêşandanan organîze kiriye, di nav girseya gel a ku li ber avahiya Şaredariya Stenbolê kom bû de got: Ev kombûn ne ya CHP`ê ye, belke xelk ji hemû partiyan li vir kom bûne û hevgirtina xwe bi Îmamoglu re nîşan didin û demokrasiyê diparêzin. Serokê Giştî yê Partiya Memleket a Tirkiyê, Muherem Înce, di peyamekê de piştgiriya xwe ji Ekrem Îmamoglû ragihand û got: Em ê bi hev re li qada Seraçxanê, li dijî neheqiyan, li ber xwe bidin.
Wezîrê karên hundu ê Tirkiyê, Elî Yerlîkaya, diyar kir ku hejmara kesên ku di xwepêşandanên li Enqere, Îzmîr, Stenbol, Antalya, Konya, Eskîşehîr, Edîrne, Çanakale û Edeneyê hatin binçavkirin gihîştiye 343 kesan. 94 rêveberên komên torên civakî jî ji ber weşandina naveroka bihandan û xalifandina fikrên xelkê hatin girtin.
Hevdem, CHP dê sibê hilbijartinên berayî ji bo danasîna berbijêrê xwe di hilbijartinên bê yên serokomartiyê de pêk bîne û di 17`ê Nîsanê de jî civîneke awarte ji bo rêgirtina li destnîşankirina qeyûm ji bo şaredariyê li dar bixe. Heta niha tekane namzetê vê dewrê, Ekrem Îmamoglû, şaredarê girtî yê Stenbolê ye.