Remezan li Merakişê, ji ajîra sor a beriya banga nimêjê heta cejna kesên ku teze rojî digrin
Meha Remezanê li welatê Mexribê jî wek welatên din ên erebî bi şan û şeref û bi cejn û şahî tê lidarxistin.
Mexribî ji mehên Receb û Şeibanê ve xwe ji bo pêşwaziya ji meha Remezanê di warên civakî, manewî û aborî amade dikin. Li xwekirina cil û bergên kevneşopî yên bedew, paqijkirina mizgeftan, patina xwarinên taybet ên Remezanê, ji wan selo û şebakiyê û zêdekirina çalakiyên saziyên xêrxwaziyê, şeş urf û adetên taybet ên xelkê Mexribê bo pêşwazîkirina meha pîroz in. Jinên Mexribî ji bo pêşwazîkirina meha pîroz a Remezanê rolek girîng di nava malbatan de dilîzin.
Welatiyên vî welatî beriya destpêkirina meha Remezanê dest bi paqijkirina mizgevtan ji bo pêşwazîkirina meha mazûvaniya Xwedê dikin. Herwiha xelkê Mexribê dîwarên hin mizgeftan boyax dikin û dixemilînin û carna xalîçeyên nû jî bo wir dikirin.