Adar 15, 2025 20:20 Asia/Tehran

Berdevkê Serokomariya Rûsiyê bal kişand ser wê yekê ku Moskow hemû boykot û sînordarkirinên li dijî Îranê bi behaneya mijara navokî neqanûnî dizane û tekez kir: Hewildanên dîplomatîk ji bo çareserkirina aştiyane ya vê pirsgirêkê divê berdewam bin.

Dmitri Peskov got: Aliyê Îranî tu carî heta  pyeyvek jî li ser niyeta xwe ya bidestxistina çekên atomî negotiye, lewma hemû boykot û sînordarkirinên li dijî Tehranê bi behaneya vê mijarê neqanûnî ne.

Berdevkê Krêmlînê her wiha got: Hewldanên ji bo peydakirina hemû bijardeyan ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka atomî ya Îranê berdewam in. Em di wê baweriyê de ne ku mafê dostên me yên Îranî heye ku beşa enerjiya navokî ya aştiyane li welatê xwe,pêş bixin û pîşesaziyek tam ava bikin.

Wezîrê Derve yê Rûsiyê her wiha got, em piştevaniya vejiyandina  rêketina navokî  dikin, ku Amerîkiyan di serdema yekem a serokatiya Donald Trump de ji wê derket. Di vî warî de bi welatên Ewropayê re têkilî hene.

Sergey Lavrov bal kişande ser wê yekê ku welatê wî piştgiriya berdewamiya rêketinama navokî ya Îranê digel koma 5+1`ê dike û got: Daxwaza Emerîkayê ji bo rêketinnama nû digel Îranê, senaryoyek ne pêkan e. Wî got ku Amerîka dixwaze rêketinama navokî ya nû bi Îranê re bi liv û tevgerên Îranê li navçê ve girêbide, lê ev bijarde dê bi ser nekeve. Ev helwesta Amerîkayê dilnigeranker e.

Serepeyv