Kêfxweşbûna niştecîyên Hiratê ji ber têkçûna Israyîlê
Niştecîyên wilayeta Hiratê ji ber têkçûna Israyîlê û mecbûrbûna wê derheq qebûlkirina agirbesê kêfxweşîbûna xwe dîyar dikin. Ew dibêjin ku ev têkçûna, têkçûnek ji bo cîhana rojava û nemaze Amerîkayê jî tê hesêb ku di 15 mehên buhurî da her piştgirî û alîkarîyek dan Israyîlê.
Kêfxweşbûna niştecîyên wilayeta Hiratê ji ber agirbesa di navbera rejîma terorîst a Israyîlê û têkoşerên Hemasê da
Ev şabûna gelê wilayeta Hiratê zêdetir ji ber vê yekê ye ku Israyîl têk çû û tu armanceke xwe bi dest nexist.
Alimnê dînî yên şîe û sunne li Hiratê dibêjin ku nekarabûna Israyîlê di şerê dijî Xezzeyê da aşkira bû. Vê rejîmê tevî piştgirîya tam a welatên rojavayî nemaze Amerîkayê ne tenê nekarî Hemasê ji nav bibe belkî nekarî serê derzîyê axa Xezzeyê jî bêxe bni kontrola xwe.
Hucet ul Islam Mihemed- Elî Hesenzade- Alimê dînî yê şîe li Hiratê: Misilman ne şerxwaz in, lê cihû ji ber qurretî û xwe-raserzanînê, dest bi şerr, komkujî û jînosaydê dikin.
Lê niştecîyên Hiratê piştgirîya Îranê ji gelê mezlûm ê Xezzeyê ku bi destê rejîma xwînmêj a Israyîlê hatin şehîdkirin û qirrkirin û kuştina zarokan ji bîr nake. Ew dibêjin ku dîmenên operasyonên Wadeay Sadiq 1 û 2yê dîmenên herî bedew bûn.
Mewlewî Mihemed-Rehîm Şehîdyar- Alimê dînî yê sunne li Hiratê:
Me alîkarîyên aşkira yên Îranê dît ku çawan mûşek ber bi Israyîlê va dihatin avêtin û gelên Xezze û Libnanê çi qasî şa bûn û digotin Ellah u Ekber.
Di vî halî da gelê Efganistanê roja îro ku têkçûna Israyîlê di vî şerî da dîtin, dixwazin ku misilman ji bo sekinîna himberî dagirkeran bibin yek. Gelê ku mîna filistînîyan derd û êşa dagirbûnê temijîne.