Rapor | Roja Neteweyî ya Hevgirtina bi Filistînê re
Qêrîna azadiya axa Filistînê ji çemê Urdinê heta deryaya Mêdîteranê, li gel hêrs û nerazîbûna li hember cinayetên rejîma Israîlê û alîgirên wê, li bi dehan bajarên Îngilîsê ji wan London a paytext, di Roja Neteweyî ya Hevgirtina bi Filistînê re, pêk hat.
Welatiya îngilîzî- Hevpeyvîna bi xanimê re: Hemû zarokên ku hatine kuştin, hemû zarokên ku her kêlî ji ber bombebarankirin û kuştinê dilnîgeran in, hemû tînin bîra me ku me berpirsyariyeke giran ji bo parastina mafên wan heye. Mirovên li vir gelek caran îspat kirine ku ew bi hikûmeta alîgirê Îsraîlê re yekdeng nînin.
Dadgehkirin û cezakirina cinayetkaran daxwaza sereke ya xwenîşanderan e. Ew di wê baweriyê de ne ku hikûmeta Îngilîsê difikire ku têkiliya bi Amerîkayê re ji rawestandina jînûsaydekî girîngtir e.
Cîm- Çalakvanê sivîl li Îngilîsê: Bi rastî bi nefret e, heya ku hevkarîya hukûmeta Îngilîsê bi Îsraîl û Amerîka re ji bo cihanîna cinayetan berdewam bike, wê nerizamendiya me bidome.
Li gorî ragihandina mezintirîn kempêyna dijî şêr a li Ewropayê, encamên hemû rapirsiyên mehên dawî li Îngilistanê nîşan didin ku ji sedî 70`ê xelkê vî welatî li dijî alîkariyên hikûmeta Îngilîsê bo Îsraîlê û kuştina gelê Filistînê ne.
Hevpeyvîn xanim: Divê em her roj li cîhanê dakevin kolanan û bazirganiyê û her peywendiyek bi Israîlê re rawestînin, û em ê kiryarên Îsraîl û piştgirên wê yên sereke, yanî Amerîka û Brîtanyayê ku bombe û balafiran ji bo kuştina zêdetir a zarokên Filestînê dişînin, nahemilînin.
Xwenîşandanên heftane dijî rejîma Îsraîlê û alîgirên wê li Îngilîstanê di halekî da derbasî meha 15`an bûne ku li gor gotina axaftvanan li xwenîşandanên Hevgirtîbûna bi Filistînê re li Îngilîsê, hikûmetê heta niha jî daxwaza piraniya xelkê vî welatî ji bo bidawîanîna piştevaniya ji Rejîma Îsraîlê bona êrişa ser Xezzê berçav negirtiye.