Cotmeh 19, 2024 16:36 Asia/Tehran
  • Birêveçûna Civîna Qefqaza Başûr li Tirkiyê bi amadebûna Iraqçî

Seyîd Ebas Iraqçî, wezîrê karên derve yê Komara îslamiya Îranê, di serê taximekê ji bo beşdariya di sêyemîn dewra Civînên Qefzqaza Başûr derbasî Stenbolê bû.

Hakan Fîdan, wezîrê karên derve yê Tirkiyê îro Îniyê 18`ê Cotmehê di çarçoveya Civîna Hevkariyên Navçeyî yên Qefqaza Başûr, li Stenbolê mazûvanê wezîrên karên derve yên Komara Azerbaycan, Îran, Rûsiye û Ermenistanê ye. Armanca herî girîng a lidarxistina vê civînê alîkariya li dabînkirina istiqrarê û zêdebûna tenahiyê li Qefqaza Başûr hatiye ragihandin. Civîna Mêkanîzma Navçeyî ya 3+3 yan Civîna Hevkariyên Navçeyî ya Qefqaza Başûr bi mijara alûgorên vê navçeyê bi amadebûna Seyîd Ebas Iraqçî, wezîrê karên derve yê Îranê, Hakan Fîdan, wezîrê karên derve yê Tirkiyê, Sêrgêy Lavrov, wezîrê karên derve yê Rûsiyê, Ararat Mîrzoiyan, wezîrê karên derve yê Ermenistanê û Cêyhûn Bayramov, wezîêr karên derve yê Komara Azerbaycanê destpê bû. Mêkanîzma Şêwirîna Navçeya ya 3+3 ji welatên Îran, Rûsiye, Tirkiyê, Rûsiye û Komara Zerbaycan, Ermenistan û Gorcistanê pêk hatiye ku eva dewra sêyemîn a wê ye ku li Stenbolê û bi amadebûna wezîrên karên derve yên Komara Azerbaycan, Ermenistan, Îran û Rûsiyê bi rêve diçe. Ev civîna ji bo alîkariya li aştî û istiqrara navçeya Qefqaza Başûr pêk hatiye û xala girîng li bara Civîna Qefqaza Başûr, wajokirina hevhatinameya aştiyê di navbera Komara Azerbaycan û Ermenistanê ye ku hikûmeta Îrewanê di van rojên buhurî da bi caran ewê ji Bakûyê xwestiye.

Yek ji xalên bibandor li çawaniya hevkariya welatên têkildarî alûgorên Qefqaza Başûr, şopandina armancên her endamekî bi taybet li ser rêyên tiranzîtî ye ku hevhatineka giştalî li bara çawaniya bikaranîna van rêyan pêk nehatiye. Vêca hewldana ji bo cihanîna her cure bernameyeka ji bo geşepêdanê, navçê hewcetî bi aştî û istiqrara mayinde heye. Ji ber viya Seyîd Ebas Iraqçî, wezîrê karên derve yê Komara Îslamiya Îranê dema gihîşte Tirkiyê pêgîrî kir fêmkirineka hevpar li hember xetera pevçûnên li Libnanê, aware û mijara îhtimala berfirehbûna şerrê li navçeya rojavaya Asiyayê li navçê heye. Tevî rewşa heyî ya li navçê û êrişên Rejîma Siyonîst ser Libnanê di dewama êrişên ser Zîvala Xezzê û rewşa xeternak a ku li navçê heye, Iraqçî hin şêwirînan bi welatên navçê hebûne.

Bêguman Civîna Qefqaza Başûr li Stenbolê jî wê derfeteka guncaw be ji bo dewama şêwirînên wî di vî warî da. Li ser bawera Komara Îslamiya Îranê, divê mijarên navçeyî bi rêya aştiyane çareser bibin û bibin sedema aştî û istiqrarê li navçê, hema ji ber viya civînên karzaniyê yên Qefqaza Başûr li Stenbolê jî hema di vê çarçoeveyê da birêve çûn. 

Serepeyv