Îlon 28, 2024 16:28 Asia/Tehran
  • Seyîdê Berxwedanê ji dema jidayîkbûnê heta şehîdbûnê

Seyd Hesen Nesrullah, sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê, piştî çend dehekan şop û bandora berçav li berxwedana Îslamî ya Lubnanê, di encama êrişa Rejîma terorîstî ya Siyonîst ser Zahiya başûrî ya Beyrûtê şehîd bû.

Seyîd Hesen Nesrullah di 31ê Tebaxa 1960î de li Rojhilatê Beyrûtê ji dayîk bû û di 16 saliya xwe de bi handana  Seyîd Muhemed Qerewî pêşnimêjê înyê yê yê bajarê Sewrê û yek ji hevalên Seyd Muhemed Baqir Sedr ji bo xwendina zanistên olî koçberî Necef Eşref bû û di sala 1987 ê zayînî dersên seretayî yê hozeyê bi dawî kir û piştî 2 salan mayîna  li Necefê, ji ber zextên rejîma Beis a Iraqê vegerya Lubnanê.

 Di sala 1975’an de ew bû berpirsê  tevgera Emel li cihê jidayîkbûna wî bajarokê El-Bazûriyeyê û di sala 1979’an de dibe endamê polîtboroa siyasî ya tevgera Emal û bû nûnerê vê tevgerê li navça Boqaê.

Û di dawiyê de, di sala 1982 de, ew ligel komeke din ji alimên olî yên têkoşer ji  Teşkîlata Emal cuda bû. Û Hizbullaha Lubnanê ava kirin.

 Hesen Nesrallah ji sala 1982 heta 1992 zayînî çalakiyên xwe li Hizbullahê berdewam kir.

Seyîd Hesen Nesrullah tevî ku li encumena  navendî ya vê evgerê de bû,  hevgav berpirsê amadekirina hêzên berxwedanê û avakirina şaxên wê yên leşkerî  jî bû.

 Seyîd Hesen Nesrullah di 32 saliya xwe de û piştî şehadeta Seyî Eba Mûsewî, sekreterê giştî yê duyemîn ê Hizbullahê, bi lihevkirina

Wî di heyamê xebata xwe wek sekreterê giştî yê Hizbullahêhat bi awayekî berfireh beşdarî heyata siyasî ya navxweyî ya Lubnanê bû û di hilbijartinên parlemanî yên sala 1992`an de, ku yekemîn hilbijartinên parlemanî yên sala 1992an de yekem hilbijartinên parlemanê ku piştî şerê navxweyî li Lubnanê hat lidarxistin serketinek girîng bi dest xist û bi destnîşankirina 12 endamên Hizbullahê ji bo parlemana Lubnanê,firaksiyona  Wefadariya bo Berxwedanê ava kir. endamên vê

 Hizbullah di heyama desthilatdariya wî de bû hêzeke navçeyî û karî piştî gelek operasyonên curbicur, di sala 2000an de Rejîma Siyonîst neçar bike ku ji Lubnanê vekişe û girtiyên libnanî azad bike.

 Ew di salên erkdariya xwe de bi caran ji wan di salên 2004, 2006  2011 ket ber gefa terorên bêencam.

 

 

 

 

Serepeyv