Peyama Konferansa wehdeta Îslamî ya Tehranê bo welatên Îslamî
Hevgavbûna berdewamiya cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezeyê û berfirebûna wê bo nav Lubnanê bi kuştina bi hezaran welatiyên vî welatî, pêwîstiya yekitiya pratîkî di navbera misilmanan û gihêştina welatên islamî bi hêza pêşîlêgirtina mkesela wehdet û yekitiyê kiriye ewlewiyeta 38-emîn Konferansa Navneteweyî ya Wehdeta Îslamî li Tehranê.
38 mîn Konferansa Navdewletî ya Wehdeta Îslamî bi mijara Hevkarîyên Îslamî û bidestxistina nirxên hevbeş bi tekeziya ser meseleya Filistînê vê sibê bi amadebûna Mesûd Pizişkiyan serokê Komara Islamî ya Îranê û hinek ji rayedarên leşkerî û hikûmetê , her wiha 78 alimên olî û çandî yên cîhana îslamî ji 30 welatan li hola civîna rayedaran ya Tehranê bi fermî karê xwe destpê kir.Di mersima destpêkirina vê konferansê de Serokê Komara Îslamî ya Îranê Mesûd Pizişkiyan bal kişand ser wê yekê ku dijmin di navbera me misilmanan de bêtifaqî çêkiriye û got: Pêxemberê Îslamê di navbera gelê Ereb û Mislimanan de yekîtî û biratî çêkir û yekitiya Mislimanan wesyet û şîreta herî giring a Pêxemberê Îslamê(s) ye.Di nav Mislimanan de gelek zemîne jibo wehdet û yekitiyê hene ku bi dayîan giringiyê bi wan dikarin yekitiya di nav Mislimanan de qahêmtir bikin. Di dirêjahiya dîrokê de gelek belgeyên hevkarî û yekitiya Şîe û Sunneyan hene ku ji bo misilmanan gelek bandorên erênî hebûne.Lê îro li Xezeyê nêzî du milyon û nîv misilman li ber çavê zêdetirî milyar û nîv misilmanan din tên kuştin birîndarkirin an koçberkirin û li Lubnanê jî di encama êrişa saybêrî ya Îsraîlê de nêzî çar hezar kse tenê di rojekê de birîndar bûne û hinek jî hatine şehîdkirin. û ev kuştin hîn jî berdewam in.
Lewma pêwîst e ku misilman û welatên îslamî pêngavên pratîkî bavêjin û bi her awayî yekitî û yekdengiya xwe ya navxweyî xurtir bikin.
Bi vê nêrînê 38 emîn gerra konferansa Yekitiya Îslamî ya Navneteweyî ji konferansên berê cudatir dibe.Ev konferans ji hemena destpêka serketina Înqilaba Îslamî ya Îranê ve ji bo xurtkirina yekitiya misilmanan hatin damezrandin. Pêdiviyên îroyîn ên cîhana Îslamê pêwîst dike ku yekitî li xeleka pispor û şarezayan belav bibe ûbighêje civak û hikûmetên Îslamî jî da ku hem geşatî û hevdengiya welatan û civakên îslamî bi leztir bibe û li hember dijber û dijminên îslamê hêzeke bergiriyê ava bike.