Nîsan 18, 2024 17:00 Asia/Tehran
  • Berdewamiya cinayetên siyonîstan li 195emîn roja jînosayda vê rejîmê û Amerîkayê li Xeze û Rexê Rojavaya çemê Urdinê

Di 195-emîn roja cinayet û jînosayda vê rejîmê û Amerîkayê li Xeze û Rexê Rojava de, cinayteên siyonîstan berdewam in û ev rejîm êrişên xwe ser gelê Filistîn û Xezeyê berdewam dike.

Rêjîma Siyonîst  di halekî îde di roja 195`an de êrişên xwe yên cinayetkarane ser Zîvala  Xezeyê û Rexê Rojava berdewam dike ku îro civîna Konseya Ewlehiyê ya li bara alûgurên li  rojavaya Asiya û Filistînê  di halê lidarxistinê ye û hin welat ji wan Rûsiye daxwaza boykotkirina vê vê rejîmê kirine. 

 Rejîma Siyonîstî di berdewamiya êrişên xwe de, îro jî navçeyên curbicur ên zîvala Xezeyê bombebaran kir. Piştî bombebarana navçeya El-Meqraqê li anvenda Xezeyê hejmarek ji filistîniyan birîndar bûn.  Ciwanekî filistînî li rojhilataê Dêr Belehê li navenda Xezeyê biderba gulleya nîşanbazên siyonîst şehîd bû. 

Li bajarê Refehê li rojhilatê Xezeyê, di encama bomberdûmana malekê de 11 kes şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.

Çavkaniyên nûçeyan  her wiha derarê êrişên balefirên cengê yên siyonîstan ser  navçeya sînorîli başûrê Refehê agahî dan.

Hêzên siyonîst her wiha li nêzî pira El-Mexraqê li Xezeyê  ji nav Kuwat Kopterêkê ve  ber bi welatiyên filistînî ve gulle avêtin û zarokek jî bi tundî birîndar bû. 

Li gorî nûçeyeka din, medyayên Filistînê jî piştî vekişyana hêzên dagirker ên siyonîst, wêrankirina kempa Nuseyratê li bakûrê zîvala Xezeyê weşandin, da ku dinya hovîtiyên vê Rejîma dagirker  bi çavê xwe bibîne. 

Li gorî nûçeyeke din, di encama êrişa  esmnaî ya vê rejîmê ser  cihê mayîna awareyan li erdeke cotkariyê li bajarê Refehê  herî kêm 5 kes ji wan 2 zarok û jinek şehîd bûn û 10 kes jî birîndar bûn.

 Ji aliyê din ve jî tabûrên Qudsê jî dîmenên êrişên mûşekî yên xwe ser bajar û bajarokên siyonîstnişîn ên derdora Xezeyê weşandin.

 

Serepeyv