Nîsan 13, 2024 18:04 Asia/Tehran
  • Şehîdbûna 52 filistîniên din li 24 sietaên derbasbûyî de/ Hejmara şehîdan gihîşt 33 hezar û 686 kesî

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê îro nîvro ragihand ku hejmara şehîdên Zîvala Xezeyê ji 7ê Cotmehê û vir ve gihîştiye 33 hezar û 686 kesî.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku artêşa siyonîst di 24 saetên borî de di 5 cinayetên nû de 52 welatiyên din ên filistînî şehî kirinû 95 kesên din jî birîndar kirin.

 Bi hesabkirina van şehîdan, hejmara şehîdên filistînî ji destpêka êrişên artêşa Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezeyê ji 7`ê Cotmeha îsal ve, gihîşt 33 hezar û 686 şehîdan û hejmara birîndaran jî gihîşt 76 hezar û 309 kesan.Li gorî nûçeyeke din, Seraya El-Quds baskê leşkerî yê tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê, balafireke bêfirokevan a Rejîma Siyonîst xiste bin kontrola xwe. Seraya el-Quds ev xwefir  li bajarê Xan Yûnis li başûrê Zîvala Xezeyê daniey erdê.Tabûrên El-Qessam ku baskê leşkerî yê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) e jî ragihand ku wan di 48 saetên borî de 5 operasyon li bakurê kampa Nuseyratê li navenda Zîvala Xezeyê pêk anîne û ragihand ku di encama van êrişan de hejmarek ji leşkerên dijminên siyonîst hatin kuştin û birîndarkirin.Ji aliyê din ve du rêxistinên filistînî ragihandin ku ji 7ê cotmehê ve  heta niha hejmara girtiyên Filistînî li Rexê Rojava gihîştiye 8 hezar û 215 kesî.Çavkaniyên nûçeyan derbarê êrişa  bajaroknişînên çekdar ser devera Ramullahê li rexê Rojava û girtina deriyên çend deveran agahî dan.

Îro li herêma Ramullahê bajaroknişînên  çekdar bo roja duyêli dû hev deriyê navçeyên Selwad û Termseiyayê girtin.

 

Serepeyv