Adar 31, 2024 15:37 Asia/Tehran
  • Cinayeta herî herî dawî yê Rejîma Siyonîst derhq êrişa ser Nexweşxaneya Şuhedaya El-Eqsa û Şifa-yê

Balefiên cengê yên Rejîma Siyonîst êrişî kon û xîwetên rojnamevan û awareyên nav nexweşxaneya Şuhedayê El-Eqsayê li Dêr Belehê û nexweşxaneya Şifa kirin. Li gor belgeyan di hundirê vê nexweşxaneyê de karesatek qewimiye.

Nivîsgeha ragihandinê ya hikûmetê li Xezeyê bi daxûyaniyekê teqez kir ku artêşa Rejîma Siyonîst bi êrişa  esmanî çend xîwetên rojnamevan û awareyan li hundirê nexweşxaneya  Şuhedayê a El-Eqsayê li parêzgeha El-Wusta ya Xezeyê,cinayeteke din a bi xwîn pêk anî. Di encama vê êrişê de hejmareke zêde ya welatiyan şehîd û birîndar bûne. Em bi tundî vê cinayetê şermezar dikin û daxwaz ji hemû rêxistinên navdewletî, herêmî û navxweyî yên girêdayî tenduristî û dermankirinê dikin ku vê cinayeta hovane şermezar bikin.

Di vê daxûyaniyê de em dewleta Amerîkayê, Rêjîma Siyonîst û civaka navneteweyî di vê cinayteê de tam berpirsyar dibînin.

Nivîsgeha ragihandinê ya hikûmetê li Xezeyê di daxuyaniyeke din de ragihand ku artêşa Israîlê di êrişên xwe ser nexweşxaneya Şifa û navçeyên derdora wê de, zêdetir ji 400 welatî kuştine û  hezar û 50 mal wêran kirine û hîna jî 107 nexweş di rewşeke nemirovî de bê av, xwarin, derman û cereyan li nav  nexweşxaneya El-Şifa de dorpêç kiriye.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ku hejmara qurbaniyên êrişa Îsraîlê ser zîvala Xezeyl gihîşt 32 hezar û 782 kesan û hejmara birîndaran jî gihîşt 75 hezar û 298 kesan û hêzên dagîrker di 24 saetên derbasbûyî de 8 komkujî pêk anîn, ku  di encama wê de 77 kes  şehîd bûn û 108 kes jî birîndar bûn.

 

Serepeyv