Adar 29, 2024 16:31 Asia/Tehran
  • Berdewamiya cinayetên Rejîma Siyonîst li dijî gelê Filistînê li zîvala Xezeyê

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezeyê ragihand ku hêzên dagirkerê siyonîst di 24 sietên derbasbûyî de 7 komkujiyên din li zîvala Xezeyê pêk anîne ku di encamê de 71 kes şehîd û 112 birîndarên filistînî bo nexweşxaneyên dorpêçkirî hatine veguhestin.

Di 75-emîn roja şerê li Xezeyê de, hejmareke din ji ber êrişên Rejîma Siyonîst ser zîvala Xezeyê şehîd û birîndar bûne.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand: Dagirkeran di 24 saetên derbasbûyî de li Xezeyê 7 komkujî li dijî malbatan pêk anîn. Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê de hatiye: Di sietên borî de 71 kes şehîd bûn û 112 kes jî  birîndar bûne. Di encama  êrişa Rejîma Siyonîst ser rojhilata Xezeyê jî 15 kes şehîd bûn.

Her wiha artêşa rejîma siyonîst ji bo roja 12 an   li dû hev nexweşxaneya Şefa li bajarê Xezeyê dorpêç kiriye û ev kiryara Rejîma Siyonîst jiyana bi hezaran sivîl û kadroyên pizîşkî dixe metirsiyê.

Ji aliyê din ve, Binyamîn Netanyahu, serokwezîrê Rejîma Siyonîstî îdia kir ku artêşa vê rejîmê karê êrişa li ser Refehê dike.

Ednan Ebû Hesene,Şêwirmendê medyayî yê UNRWAyê  diyar kir ku ji bo gihandina alîkariyan bo bakurê Xezeyê ti rêyekle rastîn tine.

Ebû Hesene  got ku  îhtîmala ku alîkariyên mirovî yên rast derbasî bakurê Xezeyê bibin  tine û destnîşan kir ku divê xwarin û derman bi berfirehî derbasî vê zîvalê bên kirin neku dê li Xezeyê xela pêk were. 

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ku hejmara şehîdan  rabûye 32 ​​hezar û 623an û hejmara birîndaran jî gihêştiye 75 hezar û 92 kesî. 

Serepeyv