Adar 09, 2024 16:53 Asia/Tehran
  • Berdewamiya cinayetên siyonîstan di 155-emîn roja jînosayda li Xezeyê / êrişa bi hawanan a berxwedanê ser meqerên siyonîstan

Hejmarek din ji welatiyên Zîvala Xezeyê îro li encama êrişên giştalî yên artêşa Rejîma Siyonîst ser vê deverê şehîd û birîndar bûn.

Di 155-emîn roja jînosayda siyonîstên li Xezeyê de, cinayetên dagirkerên siyonîst li zîvala Xezeyê bi bombebarana devera Şêx Rizwan a bajarê Xezeyê berdewam kirin. Di encama bombebarana vê navçeyê de 4 welatiyên filistînî şehîd bûn û hejmareke din jî birîndar bûn.

 Masîgirekî Filistînî jî di encama  gullevaêtina hêzên Îsraîlê ve  li bakurê zîvala Xezeyê hat kuştin.

Artêşa  Rejîma siyonîst  di dewma cinayetên xwe li zîvala Xezeyê, bi dehan malên bajarê Xan Yûnis li başûrê zîvala Xezeyê bombebaran  wêran kirin.

Bombebarana awareyên filistînî li bajarokê Hemedê li Xan Yûnisê jî bû sedema şehîd û birîndarbûna hejmarek ji van awareyan.Leşkerên Rejîma Siyonîst her wiha malek li kempa El Nusiratê li navenda zîvala Xezeyê bombebaran kirin û di encamê de hejmarek  şehîd û birîndar bûn. Di bersiva van cinayetan de,Seraya El-Quds, baskê leşkerî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê, îro ragihand ku şervanên vê komê bi hevkariya tabûrên Mucahidîn û tabûrên Ebdulqadir El-Husêynî ji şaxên leşkerî Tevgera Fetih, bi 107 hawanan cihê kombûna hêzên siyonîst dan ber êrişan. 

Li gorî nûçeyeke din, Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezeyê di rapora xwe ya herî dawî de ragihand ku di 24 saetên derbasbûyî de, Rejîma dagirker a Siyonîst 10 cinayet li dijî sivîlên Xezeyê pêk anîn û di encamê de 82 filistînî şehîd û 122 filistînî jî birîndar bûn. 

Wezareta Tenduristiyê her wiha ragihand ku sedî 72 ji van qurbaniyan jin û zarok in.

Hevgav medyayên Îsraîlî ragihandin ku meha Remezana îsal dê bibe dijwartirîn meha pîroz a Remezanê di dîroka vê rejîmê de.

Li halekê ku hewildanên ji bo agirbesê li Xezeyê ji ber astengiyên ku Rejîma Siyonîst di van hefteyên dawî de pêk dinaîn, bi ser neket, xaxamekî tundrew ê siyonîstê  hevrê  di gel cinayetên artêşa Rejîma dagîrker li Zîvala Xezeyê, di daxuyaniyeke kirêt  de daxwaza kuştina hemû jin û zarokên filistînî yên li vê zîvalê kir. 

Elyahu Malî, serokê saziyeke olî ya radîkal li bajarê Yafayê, leşkerên xwe yên xwendekar ên artêşa Siyonîst han dida ji bo kuştina filistîniyan bi taybetî jin û zarokan li zîvala Xezeyê.

 

Serepeyv