Sibat 15, 2024 15:25 Asia/Tehran
  • 132-emîn roja jînosayda Amerîkî-Îsraîlî li Xezeyê

Êrişên dije mirovî yên rejîma dagirker ser deverên curbicur ên zîvala Xezeyê û rexê rojava di halekî de îro derbasî roja xwe ya102 yê bûne ku bombebarankirina deverên curbicur ên Xezeyê bi taybet Refeh û Dêr El-Belehê berdewam e û di 24 sietên derbasbûyî de bi dehan kes ji filistîniyan şehîd an birîndar bûne.

Di 132-emîn roja jînosayda Amerîkî-Îsraîlî ya li Xezeyê de,  die ncama bombebarankirina malekê ya li kampa Nusirat a li navenda zîvala  Xezeyê,15 Filistînî şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.

Li taxa Şêx Rizwanê jî di encama teqîna trimbêleke bombekirî de  nûçegîhanek û endamên malbata wî şehîd bûn.

Xaça Sor a Filistînê jî wêneyên êrişa hêzên siyonîst  ser ambolansekê weşandine û ragihandiye, hêzên Îsraîlî rasterast ew ambolans dane ber êrişan, ew jî di halekî de ku tîma pizîşkî kapsûlên oksîjenê diguhestin bo  nexweşan.

Mîdêl Îstê jî eşkere kiriye ku hêzên siyonîst  çend zarokên filistînî li ber çavên dê û bavên wan gulebaran kirine.Ajansa Quds Pressê jî  bi weşandina hinek wêneyan  nivîsî: Artêşa Rejîma Siyonîst li êrişa xwe ya berdewam  ser Xezeyê li dijî malbata Alê Salim cinayetek  kir û 120 kes ji endamên  vê malbatê şehîd kirin ku heya niha termên hinek ji wan di bin xirbeyan de ne.Bi dû zêdebûna êrişên artêşa siyonîst ser deverên curbicur ên Xezeyê ji nav wan Refehê, Usame Hemdan, yek ji rêberên tevgera Hemasê,got: Rejîma Israîlî  erkên xwe  cih nane û Amerîka şirîkê cinayetên vê rejîmê ye. Wî her wiha got: Rejîma Siyonîst belgeya Parîsê ku berê ew qebûl kiribû, zivrandiye û ev mijar kok û mahyeta derew û dûrketina ji erkên vê rejîmê eşkere dike.Hemdan her wiha got: Rejîma Siyonîst hîn jî di nav qeyraneke navxweyî de ye û her agirbesek dû dûhatên mezin jibo wê hebe, ji ber ku di vê rewşê de wê işkesta  di armancên xwe yanê jiholêrakirina berxwedanê, vegerandina girtiyan û hevdengbûna bi Rejîma  Siyonîst li Xezeyê de ragehîne.

 

Serepeyv