Sibat 10, 2024 16:04 Asia/Tehran
  • Emir Abdollahiyan: Filistîniyan ji bo piştî şer, însiyatîfeke siyasî hene

Wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku ku divê filistînî ji bo Filistînê û paşeroja wê biryarê bidin û got: Filistîniyan ji bo piştî şer, însiyatîfeke siyasî hene

Husêyn Emîrabdullahiyan, wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê ku wek yekem meqseda sefera xwe ya navçê giheşte Beyrûtê û bi Seyîd Hesen Nesrullah, sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê re hevdîtin û gotûbêj kir.

Di vê hevdîtinê de,Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê , berxwedanê weke hêmaneke girîng di hevsengiyên navçeyî de da zanîn û tekez kir: Dijminê siyonîst heta niha ti yek ji armancên xwe li meydanê bi dest nexistiye û gelê Filistînê û berxwedanê dê yeqîn bi ser kevin.

Wezîrê karên derve yê Îranê di vê hevdîtinê de bal kişande ser wê yekê ku berxwedana Filistînê li riya berxwedanê û çareseriya siyasî  di bi feraset û qawet xebitiye û di her destpêşxeriya siyasî de, divê rola gelê Filistînê û  û lihevkirina rêber û komên filistînî wek mijara sereke were berçavgirtin.

Necîb Miqatî jî bal kişande ser berdewamiya hewldanên ji bo pêkanîna agirbesê li Xezeyê û got: Em li navçeyê  bi dû aşitî û aramiyê digerin  û divê em hewil bidin ji xeynî rawestandina şêr, xetera berfirehbûna şêr jî were çareserkirin.

Emîr Ebdullahiyan her wiha bi serokên komên berxwedan ên Filistînê re hevdîtin û gotûbêj kir.

Di vê hevdîtinê de ku Sekreterê Giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî Usame Hemdan û Cemîl Mezher Cîgirê Sekreterê Giştî yê Bereya Rizgariya Gel a Filistînê amade bûn, dawîn alûgurên siyasî yên Filistînê û şerê Xezeyê hatin hilkolandin.

Rêberên komên berxwedanê bal kişandin ser vê yekê ku dem bi xêra berxwedanê ye û dijminê siyonîst di halkeî de ku di bin zexta zêde ya navxweyî û navneteweyî de ye,tu yek ji armancên xwe bi dest nexistine.

Wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê her wiha teqezî ser girîngiya rawestana li ber cinayetên Rejîma Siyonîstî li dijî gelê filistînê li Xezeyê û rexê rojava, girîngiya helwêsta yekgirtî û ya komên filistînî di birêveberiya înîsiyatîvên siyasî ji bo bidawîkirina şerê li Xezeyê, gîhandina alîkariyan ji bo xelkê bê sitar ê  Xezayê û pevguhertina girtiyan kir.

Serepeyv