90-mîn roja êrişên Rejîma Siyonîst ser Xeze û Şerîeya Rojava
Êrişên Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezeyê di 90mîn roja cinayetên vê rejîmê de berdewam in û çavkaniyên medyayî jî derbarê berfirebûna êrişên hewayî li dijî dagirkeran li navenda zîvala Xezeyê agahiyan didin.
Şerê Xezeyê derbasî 90 rojan bû û êrişên kujer û hovane yên artêşa Siyonîst ser navçeyên curbicur yên Zîvala Xezeyê berdewam in û di 24 saetên borî de 10 cinayetên nû li dijî malbatên filistînî hatine encamdan û 128 şehîd û 261 kes jî birîndar bûne.Di encama êrişên hewayî yên îro ser bajarê Xan Yûnis li başûrê zîvala Xezeyê, 14 filistînî şehîd bûn û hejmareke din jî birîndar bûn. Herwiha di encama bombebarana mizgefta El-Xulefa ya li Xan Yûnisê de û hewşa nexweşxaneya Nasir û çend malên niştecihbûnê ku penaberên filistînî tê de bûn, herî kêm 20 kes şehîd bûn.
Xwefirên Rejîma Siyonîst kampa El Mexazî ya li navenda Xezeyê çend caran dan ber êrişan û agir berdan wê. Qayiqên cengê yên Rejîma Siyonîstî jî peravê bajarê Refehê dan ber gulleyan û topxaneyên Rejîma Siyonîst devera El-Zeweide li navenda Xezeyê gullebaran kirin.
Li başûrê kempa Nusîretê li navenda Xezeyê jî ketiye ber êrişên tund ên hewayî yên Rejîma Siyonîst û şer û pevçûnên giran bi teqînên mezin li vê kampê hatine ragihandin.
Dagirkeran herwiha hejmarek ji penaberên filistînî li nêzîkî Mizgefta Ayişe li taxa El-Selam li rojhilatê Refehê li başûrê zîvala Xezayê kirin armanc û di encamê de 4 filistînî şehîd bûn û çend kesên din jî birîndar bûn. Taxa El- Emal a li rojavayê Xanyûnesê jî îro piştî nîvro rastî êrişa dagirkeran hat.
Di rewşek wiha de, berxwedana Filistînê hîn jî ji bo kontrolkirina mêhwerên cuda yên şer û xisarkirina çekan û hedefgirtina dagirkeran, di halê rawestana li ber hewildanên artêşa Siyonîst e.
Di vê navberê de, Hizbullaha Lubnanê wek berteka li hember êrişên Rejîma Siyonîst li Zîvala Xezeyê,derbarê êrişeke nû ser çeperên eskerî yên siyonîstan li bakurê Filistîna dagirbûyî agahî da.
Hizbullaha Lubnanê bi daxûyaniyekê ragihand ku ji bo piştgiriya ji gelê berxwedêr ê Filistînî li Xezeyê, têkoşerên berxwedêrên Îslamî bi çekên guncav navenda kombûna eskerên siyonîst hedef girtin û hin zîyanên canî li wê dan. Di encama êrîşên hovane yên Rejîma Siyonîst di 90mîn roja xwe ser deverên cuda yên Zîvala Xezeyê,22 hezar û 313 kes şehîd bûne.