Kanûn 30, 2023 17:00 Asia/Tehran
  • Hişyariya Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê bo Amerîkayê derbarê her cure kiryara dijî Yemenê

Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê derbarê her cure kiryara dijî vî welatî hişyarî da Amerîkayê û got: Hêzên leşkerî yên vî welatî ji bo rawestana li ber her cure destdirêjiyê amade ne.

Yehya Serî got: Hêzên çekdar ên Yemenê hişyariyê didin dijminê Amerîkayê derbarê dûhatên her cure zêdekirina şîdeta li dijî welat û gelê me û herwiha hişyariyê dide hemû  welatên ku Amerîka hewl dide destêwerdanê di karûbarên wan bike an wan neçar bike ku gemiyên dijminê siyonîst biparêzin. 

Wî her wiha got: Hêzên çekdar ên Yemenê li gor erkên xwe yên olî û neteweyî ji bo berevanîkirin û rawestana li ber her cure destdirêjiyekê amade ne. 

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê destnîşan kir: Helwesta me li bara meseleya Filistînê û zilma li dijî gelê Filistînê  cidî ye  dê neguhere jî. 

 Muhemed El-Bexîtî, endamê nivîsgeha siyasî ya Tevgera Ensarullah a Yemenê  jî şeva îniyê got: Hêzên çekdar ên Yemenê hez dikin ku  li himber hêzên Amerîkayêrawestin. 

El-Bexîtî her wiha got: Çawa ku Yemenê di şerê exlaqî de li hemberî  hevalbendiya Amerîkî bi ser ket,  dîsa jî ger bikeve ber êrişên leşkerî, dê bi ser keve.

Endamekî nivsîgeha siyasî ya Ensarullahê tekez kir, ku eger gemiyên Amerîkayê êrişî Yemenê bikin, dê rasterast bikevin ber êrişên me û Amerîka jî ji vê biryara me ya cidî agehdar e.

Serokwezîrê hikûmeta pêşdebirina karûbarên Yemenê tekez kir; Divê Filistîn ji bin lepên sîyonîstan bê rizgarkirin.

Ebdulezîz Bin Hebtûr Serokwezîrê hikûmeta pêşdebirina karûbarên Yemenê êrişên hovane yên siyonîstan li dijî gelê mezlûm yê Filistînê li Zîvala Xezeyê şermezar kir û got: Divê hemû umeta  îslamî piştgiriyê bide Filistînê  û hevgirtina xwe ji gelên Filistînê re ragihînin.

Serepeyv