Berdewamiya êrişên hovane yên Rejîma Siyonîst ser navenda Xezeyê ji hewa, bejahî û deryayî ve
Êrişên esmanî û topxaneyî yên Rejîma Siyonîst ser zîvala Xezeyê bi taybetî navçeyên navendî û başûrî tim berdewam in.
Di 85-emîn roja êrişên hovane yên siyonîstan ser Xezeyê de, li encama bombebarana navçeya El-Zewayidê li navenda Xezeyê hejmarek ji filistîniyan şehîd û birîndar bûn.
Di 24 saetên derbasbûyî de, nêzîkî 100 filistînî di encama bombebarana Rejîma Siyonîst li navenda Zîvala Xezeyê şehîd bûne û 158 filistînî jî birîndar bûne. Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê jî tekez kir ku cihên tengav ku penaber lê dimînin, ji ber qerebalixa zêde metirsiya belavbûna nexweşiyan û karesatên mirovî û xwarinê zêde dike.
Topxaneyên Rejîma Siyonîst jî tevî bombebarana vê rejîmê, derdora şeqaama Selahedînê û navçeyên derdora rojhilata kempa El-Nesîratê dan ber gulleyan.
Nîşanbazên artêşa siyonîst li kampa El Mexazî 3 welatiyên sivîl dan ber gulleyan û şehîd kirin.
Hevgav balafirên cengê -bomerêjên Rejîma Siyonîst navenda Xezeyê bi tundî bombebaran kirin.
Rojavaya kempa Nesiratê li navenda Xezeyê ket ber êrişa bombeyên Rejîma Siyonîst.
Topxaneyên Rejîma Siyonîst her wiha rojhilatê Dêr El-Beleh, El-Nesîrat, El-Berîc û El-Mexazî li navenda Xezeyê dan ber gulleyan.
Paporên Rejîma Siyonîstî jî hevdem navendên dermanî û çandî, peravê Dêr El-Beleh li navenda zîvala Xezeyê dan ber êrişan.
Li gorî ragihandina Hîva Sor a Filistînê, di encama êrişa Rêjîma Siyonîst ser devera Rocîbê li rojhilatê Nablusê, ciwanekî filistînî birîndar bû û hat rakirin bo nexweşxaneyê.
Hevgav NY jî derbarê zêdebûna asta birçîbûnê li Zîvala Xezeyê ji ber şerê dagirkeriyê hişyarî da.
Di halekî de ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî tekez kir ku Zîvala Xezeyê rastî xetera birçîbûnê li hemî navçeyên wê hatiye, UNRWA jî piştrast kir ku Xeze tûşî birçîbûna bi karesatî bûye û niha sedî 40 ji xelkê di bin xetera birçîbûnê de ne
UNRWAyê destnîşan kir ku xelkê Xezeyê hewil didin ku av û xwareka xwe peyda bikin. Pêdiviya me bi alîkariyên zêdetir ji bo gelê Xezeyê heye û tenê hêviya ku maye agirbeseke mirovî ye.