71-emîn roja Bahoza El-Eqsayê
Di 71-emîn roja bahoza El-Eqsayê de, hevgav ku artêşa Yemenê ragihand ku bi balafireke bêfirokevan bendera Îlatê ya siyonîstan daye ber êrişan,berxwedana Filistîn û Lubnanê jî, navendên leşkerî û odeya fermandehiyê ya artêşa Rejîma Siyonîst dan ber êrişan.
Hizbullaha Lubnanê wek berteka li hember cinayetên Rejîma Siyonîst li zîvala Xezeyê, navenda leşkerî ya Siyonîstan ya nasiyar bi Ramîm bi firokeya bêfirokevan da ber êrişûan.
Hizbullaha Lubnanê ji destpêka şerê Xezeyê heta niha 509 operasyon li dijî artêşa siyonîst pêk anîne.
Ji aliyê din ve, îro danê sibê balefirên cengê yênRejîma Siyonîts rojhilatê Refehê li başûrê zîvala Xezeyê bi tundî bombebaran kirin.
Xwefirên dagirkeran her wiha navça El-Misrî û Serhanê li Xan Yûnisê li başûrê Zîvala Xezeyê bombebaran kirin.
Rêxistina Alîkarî û Rizgarkirina Xezeyê ragihand ku ji destpêka operasyona bahoza El-Eqsayê heta niha 35 kes ji hêzên alîkariyê di encama êrişên Rejîma Siyonîst de şehîd bûne.
Navend û navçeyên bakur rojavayê Xan Yûnisê jî ketin ber êrişên topxaneyên dagirkeran.
Xwefirên Rejîma Siyonîst vê sibê jî derdora bajarê Ulema El-Şeib li başûrê Lubnanê bombebaran kirin.
Ji aliyê din ve, piştî ragihandina riswatya artêşa Rejîam Siyonîts derheq kuştina 3 girtiyên îsraîlî li zîvala Xezeyê, malbatên girtiyên îsraîlî li ber avahiya Wezareta Şer a Rejîma Siyonîst xwepêşandan bi rê xistin.
Hevgav Rejîma Siyonîst li xwe mukir hat ku di dereqa heftiya buhurî de ,20 leşkerên wê li dema şer û pevçûna bi hêzên berxwedaa filistînê li navçeya El-Şucaiye ya Xezeyê hatine kuştin.
Fermandeyê berê yê tîpa Golanî ya Rejîma Siyonîst jî got: Vê tîpê çaryeka hêzên xwe yên leşkerî li şerê Xezeyê ji dest daye.
Ji aliyê din ve di çend sietên derbasbûyî de, artêşa Siyonîst careke din bombeyên fosforî ku bikaranîna wan li asta navnetewî qedexe ye, ser deverên El-Şucaiye, El-Derc û El-Tefahê li Xezeyê avêtin.
Nûçegihanê El-Meyadîn jî derbarê rewşa xirab a tenduristiyê li zîvala Xezeyê ji ber qutbûna avê agahî da û tekez kir: xelkê Zîvala Xezeyê tenê eger ava baranê peyd bikin, dikarin wê wek ava vexwarinê bikar bînin.