Ebû Ubeyde: Di 72 saetên raborî da 36 leşkerên siyonîst hatine kuştin
Berdevkê Tabûrên Îzeddîn Qessam ragihand ku têkoşerên Qessamê di 72 saetên raborî da karîn 72 erebeyên leşkerî yên dijmin bi tamî an beşeke wan ji nav bibin û 36 leşkerên siyonîst bikujin.
Berdevkê Tabûrên Îzeddîn Qessam teqez kir: Êrîşa bi topên hawanê ya têkoşerên Berxwedanê, teqandina bombeyên dijî binke û dije-leşkeran, pevçûna diogel leşkerên Rejîma Siyonêîst di navbira gellekî nêzik da û pêkanîna operasyona nîşanbaziyê bûne sebeb ku bi dehan leşkerên din werin kuştin an birîndar bibin û amûr û alavên wan wek xenîmet bikevin destê me.
Ebû Ubeyde her wiha got: Têkoşerên berxwedêr baregeh û odeyên fermandetiyê yên Artêşa Rejîma Siyonîst û kombûna hêzên wan li bere û mihwerên şêrr bi guleyên hawanê û mûşekên kurtebirr dan ber êrîşê. Wî teqez kir: Têkoşerênn berxwedêr êrîşa mûşekî bi birrên cûrbecûr ber bi armancên li nav Rejîma Siyonîst pêk anîn. Medyayan jî ragihand ku êrîşa mûşekî û bi topan a têkoşberên berxwedêr di heyama 72 saetên raborî da zirar û ziyanên giran li Artêşa Rejîma Siyonîst xistine û berpirsên nexweşxaneya leşkerî ya Sorekayê li Beyrel-Sebeyê li Filistînaa dagirbûyî ragihandin ku di heyama 24 saetên raborî da 35 leşkerên îsraîlî ku di encama pevçûnên li Zîvala Xezeyê da birîndar bûne, ji bo dermankirinê rakirina vê nexweşxaneyê û halê heşt kes ji wan xirabe.