Mijdar 16, 2023 11:39 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana alîgirên Filistînê li welatên cûrbcûr didome

Hevdem digel destpêbûna êrîşên hovane yên Rejîma Siyonîst ser chûwarên jiyanê li Zîvala Xezeyê, pêla cîhanî ya piştevaniya gelanî ji filistîniyan zêdetir ji berê bûye.

Bi hezara welatiyên inglîzî li ber Parlimana Inglîzê kom bûn û tevî bilndkirina dirûşmeyan daxwaza pêkanîna agirbesa lezgîn li Xezeyê û rawestandina tevkujiya gelê Filistînê kirin. Ev xwenîşandanaa dije siyonîstî di rewşekê da tê lidarxistin ku dewleta Inglîzê roja hin boykotên dijî Tevgera Hemasê sepandin.

Neraziyên amerîkî jî bi nîşana piştevaniya ji xelkê mezlûmê Xezeyê li ber Koşka Sipî xwenîşandana dijî siyonîstan li dar xistin. Xwenîşander ku daxwaza agirbesê li Zîvala Xezeyê dikin, têketina navenda Partiya Demokratan a Amerîkayê li Waşîngtonê girêdan. Alîgirên xelkê Xezeyê bi nîşana şermezarkirina êrîşên artêşa siyonîst li bajarên Navçeya Balkanê jî xwenîşandan berpa kirin.

Bi hezaran neraziyên îrlendî bi kombûna li ber parlimana welatê xwe tevî piştevaniya ji xelkê mezlûm ê Xezeyê daxwaza derxistina balyozê Rejîma Siyonîst ji vî welatî kirin.

Serepeyv