17-emîn roja bahoza Eqsayê/ Zêdetirî 400 şehîd di 25 komkujiyan de/gurrbûna nakokiyan di navbera rayedarên rejîma Îsraîlê
Îro li 17-mîn roja operasyona bahoza El-Eqsayê û êrişa hovane ya Rejîma Siyonîst ser Xezzeyê, artêşa rejîma siyonîst di 24 sietan de zêde ji 300 caran Zîvala Xezzeyê da ber êrişan û zêdetir ji 25 komkujî li Xezzeyê kirin û zêdetirî 400 welatiyên din ên Filistînî şehîd kirine.
Rejîma Siyonîst ku ji 7ê Cotmehê û piştî operasyona wêrekane ya berxwedana Filistînê nasiyar bi bahoza El-Eqsayê rastî şikesteke giran a îstixbaratî û leşkerî hat û ji hîngê ve heta niha, êrişên xwe ser Xezzeyê didomîne, îro jî di dewama van êrişên hovane ser navçên xelknişîn û navendên perwerdeyê, tenduristî û hemû binesaziyên zîvala Xezzeyê domand û berxwedana Filistînê jî li hemberî van cinayetan, meqerên leşkerî û bajarokên siyonîstnişîn da ber êrişan.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê îro ragihand ku hejmara şehîdên di encama êrişên berdewam ên Rêjîma Siyonîst ser Zîvala Xezzeyê gihîştiye 4741 kesan ku 1873 ji wan zarok, 1023 jin û 187 jî pîr û extiyar in. Hejmara birîndaran jî gihîştiye 15 hezar û 598 kesan.
Serokê Nivîsgeha Ragihandina dewletîli Zîvala Xezzeyê got: Her roj bi awayekî navîn 350 filistînî li zîvala Xezzeyê ji ber bombebarana balafir ên Îsraîlê bi xwefiran li navçeyên curbicur tên şehîdkirin.
Selame Marûf, serokê nivîsgeha ragihandinê ya dewleta Filistînê li Xezzeyê jî ragihand ku 165 hezar mal di encama êrişên Rejîma Siyonîst de hatine kavilkirin û got: Sedî 50 ji malên Zîvala Xezzeyê ji ber xirabbûna êrîşên esmanî û bomberdûmanan ziyan dîtine û 20 hezar mal jî tam wêran bûne.
Ji ber giraniya bombebarankirina navçeyên xelknişîn ên Zîvala Xezzeyê û zêdebûna hejmara şehîd û birîndaran, zexta ser karmendên beşa pizîşkî û hemşîreyên navendên tenduristiyê yên Zîvala Xezzeyê û xelasbûna ardûyê li vê navçeyê, bûye sedem zîvala Xezzeyê bi karesateke mirovî re rû bi rû bibe.
Di encama êrişên Rejîma Siyonîst ser zîvala Xezzeyê jî zêdetir ji sedî 70ê xelkê Xezzeyê aware bûne.
Hevgav berxwedana Filistînê wek berteka li himberî êrişên hovane yên Rejîma Israîlê, êrişên xwe ser navçeyên siyonîstî didomîne û rojnama siyonîst ya Yediot Aharanotê îro nivîsî ku zêdetir ji 120 hezar bajaroknişînên siyonîst ji navçeyên sînorên Lubnan û Xezeyê aware bûne.
Li gor nûçeyeka din, wezîrê şer yê berê yê Rejîma Siyonîstî dijberiya xwe li hember êrişa bejayî ser zîvala Xezzeyê ragihand.
Mûşê Yelûn, wezîrê cengê yê berê yê Rêjîma Siyonîst got: Ez li dijî operasyonên bejayî ser zîvala Xezzeyê me. Divê rewşa niha beriya ku em zêdetir berdêlê bidin, were rawestandin.Yelûn herwiha got: Ez poşman im ku em di sala 2014an de tevî operasyona El-Cerf el-Selbê bûn. Tu rêçareyeke cadûyî bo jinavbirina Hemasê tine.