Roja sêzdehem a Operasyona Bahoza Eqsayê
Li gorî ragihandina rayedarên tenduristiyê yên Filistînê, hejmara şehîdên Xezeyê gihîştiye 3500 kesî ku 1030 kesên wan zarok in.
Wezareta Tendursitiyê ya Filistînê ragihand ku ji destpêka Operasyona Bahoza Eqsayê heta niha li Xezeyê, ji ber êrîş û bombebarana Rejîma Siyonîst herî kêm 3500 filistînî şehîd û 12 hezar jî birîndar bûne.
Çavkaniyên filistînî jî ragihandin ku Sertîp Cîhad Muhsin Fermandeyê Hêzên Ewlehiya Neteweyî yên Filistînê li Xezeyê û malbata wî di encama bombebarana mala wî li navçeya Şêx Rizwanê ya bakurê Xezeyê şehîd bûne.
Jineke pêgiran jî ji ber dewama bombebarana malên filistîniyên Xezeyê ji aliyê balefirên şêrr ên Rejîma Siyonîst şehîd bûye.
Ji ber giranbûna bombebaranê meytên 10 şehîdan nayên naskirin, hejmareke van şehîdan ji awareyên malbatên Ebû Kereş û Ecûrê yên Xezeyê ne. Şehîdek jî jineke pêgiran bi navê Erîc Merwan Bena ye.
Dibistanên cihê mayîna awareyên filistîniyan jî ketine ber êrîşên Rejîma Siyonîst.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê tekez kir: sedî 70ê qurbaniyên destdirêjiyên Îsraîlê ser Xezeyê zarok, jin û salmezin in.
Tabûrên Izeddîn Qessam jî ragihand ku navenda kombûna leşkerên siyo0nîst li nêzikî navçeya Bewabe Serîcê li rojhilatê Xan Yûnisê daye ber topan.
Hêzên Berxwedana Filsitînê li Zîvala Xezeyê roja Şemiyê 7ê Cotmeha 2023an wek berteka li hemberî cinayetên berdewam ên rejîma dagirker ji wan kuştina filistîniyan, bêrêziya li Mizgefta Eqsayê, destdirêjiya li parêzvanên wê û êrîşa bajaroknişînan bi piştevaniya leşkerên siyonîst, Operasyona Bahoza Eqsayê dest pê kirin û bi dehan mûşek avêtin ser baregehên Rejîma Siyonîst.