Cotmeh 18, 2023 16:12 Asia/Tehran
  • Hêrsbûna gelê Tirkiyê ji cinayetên Rejîma Siyonîst û girtina pêşiya xwenîşandanê ji aliyê polîs ve

Di halekî de ku gelê Tirkiyê wek berteka li hember cinayetên vê dawiyê yên Rejîma Siyonîst bi taybetî êrişa hêzên siyonîst ser nexweşxaneya El-Muimedanî li Qezayê alaya vê rejîmê şewitandin, polîsên vî welatî ji bo ji belavkirina xwenîşandana avrişên û spreya bîberê bikar anîn.

 

Li halekê ku ev çend roj in pêla kîn û nefreta dijî Rejîma Siyonîst li welatên islamî pir berfireh bûye û xelkên van welatan li xwenîşandanên curbicur daxwaza alîkariyê bo xelkê bê berevan ê Qezeyê dikin, polîsên Tirkiyê bi tundî xwepêşanderên ku ji cinayetên Rejîma Siyonîst hêsr bûne, bi tûnd û tûjî li ber konsûlxana vê rejîmê li Stenbolê bi  maşînên avrişên û sprêya bîberê belav kirin

Eva di halekî de ye  Serokomar, Wezareta karên derve û parlemana Tirkiyê jî  ji şeva derbasbûyî ve di daxûyaniyên cuda şehadeta bi sedan filistîniyan li nexweşxaneya El-Muimedanî ji aliyê leşkerên siyonîst ve şermezar kirin. 

Her wiha Omer Çelîk, berdevk û cîgirê serokê Partiya Dad û Geşepêdanê, li  welatên ku Mafê Rejîma Siyonîst bona  berevaniyê ji xwe datînin ewlewiyetê û hevgav mafê jiyanê yê jin û zarokan bnpê dikin rexne kir û daxwaza  kiryara demlidest bona rawestandina bombebaranan û dorpêça vê navçeyê kir. 

Li gor wêneyên ku  ji vê  xwepêşandanê hatine weşandin, xwepêşanderan di halkeî de ku  ku alaya Filistînê bilind kiribûn li hember hêzên polîs li ber xwe dan û  û hevgav jî hewl dan  meqera leşkerî ya NATOyê ku leşkerên emerîkî têde bicih bûne, dagir bikin. 

hinek wêne ji  kombûn û xwepêşandanên dijî Îsraîlê li Edenê û hin bajarên din ên Tirkiyê  li  torên civakî hatine belavkirin.

Hêjayî gotinê ye ku ji bilî Serokomarî û Wezareta Karên Derve, şeş komên parlemanî yên Tirkiyê jî  dev ji nakokiyên partiya  berdan û  derbarê  êrişa Rejîma Siyonîst ser nexweşxaneya El-Muemedanî daxuyaniyeke hevpar belav kirin. Di vê daxuyaniyê de hatiye, Em bang li civakên  cîhanî, civaka navneteweyî û rêxistinên navneteweyî dikin ku ji bo rawestandina  van cinayetan helwesteke diyarî hebin. 

Xelkê Stenbolê piştî belavkirina nûçeya cinayetên Rejîam Siyonîst û êrişa vê rejîmê ser nexweşxaneya El-Muemedanî , li derdora balyozxaneay vê rejîmê li Enqerê kom bûn. 

Komên filistînî roja 7`ê Cotmehê wek berteka li hember cinayetên  Rejîma Siyonîst, operasyoneke  berfireh  ser navê Bahoza Eqsayê  li dijî siyonîstan dest pê kirin.

 

 

 

Serepeyv