Holokosta sedsalê ji aliyê Rejîma Siyonîst li Qezayê
Di halekî de ku cîhan hîna di şoka bombebarankirina nexweşxaneyeke tijî birîndarên filistînî yên ku ji aliyê xwefirên Rejîma Siyonîst de birîndar bûne, êrişên hewayî û topxaneyî yên vê rejîmê ser hemî Zîvala Qezeyê ji çend saetên buhurî tim berdewam in.
Êrişa Rejîma Siyonîst ser nexweşxaneya El-Mu'emdanî li Qezayê û komkujiya hovane ya jin, zarok û mêran cinayeta herî mezin a cengê û holokosta vê sedsalê tê hesabê.
Kesên hanê yan ji bo dermankirina birîndarên xwe li nexweşxanweyan de bûn, yan jî wer dizanîn ku ev der ji ber qanûnên navneteweyîdêji êrişên Rejîma Siyonîst ewleh be.Li gor ragiahndina Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê hemû goriyên êrişa hovane ya siyonîstan ser nexweşxaneya El-Muemedanî li zîvala Qezeyê xelkê sivîl in.
Her çend ku beşeke ji tundiya Rejîma Siyonîst li dijî xelkê sivîl ê Qezeyê ji ber mahiyeta nijadperestane ya vê rejîmê û tundrêtiya kabîneya Netanyahu ye lê beşeke din jî ji ber bêdengiya sazî û civatên cîhanî pêk tê ku bi vetokirina biryarnameyên pêşnîyarî rê ji bo berdewamîya cinayetên Rejîma Siyonîstî xweş dikin.
Rejîma Siyonîst di çend rojên derbasbûyî de daxwaza derketina zêdetir ji yek milyon rûniştiyên bakûrê zîvala Qezeyê ji vê navçê bona amadekirina rewşê jibo operasiyonên bejayî li vê zîvalê kiriye, lê nişteciyên Qezeyê li hember derketina ji vê zîvalê li ber xwe didin û her wiha Misir jî rê nade wan ku derbasî nav axa wê bibin, lewra bi qestî êrîşî nexweşxaneya El-Muimedanî kir da ku xelkê Qezayê neçar bike ku koçber bibin.
Amar nîşan didin ku di encama bombebaranên Rejîma Siyonîst heta niha zêdetirî ji sê hezar filistînî şehîd û 12 hezar kes jî birîndar bûne ku nîvê wan jin û zarok bûne.
Herwiha li gorî gotina Rêveberê Ragihandina asziya UNRWA yê, milyonek Filistînî ji şerê 7ê cotmehê ve li Qezeyê aware bûne.
Ji aliyê din ve , Rejîma Siyonîst ji bo ku rê li ber dengvedana cinayetên xwe yên li Qezeyê bigire bi qestî rojnamegeran dike hedef û di encamê de zêdetirî 18 rojnamegerên medyayên curbicur hatine kuştin.
Di vê navberê de, gelên welatên Îslamî ji duh ve bi lidarxistina xwenîşandanên piralî, hevdem digel mehkûmkirina van cinayetên Rejîma Siyonîstî, daxwaz ji saziyên navneteweyî yên wekî Rêxistina Neteweyên Yekbûyî kirin, erka xwe li hember van cinayetên Rêjîma Siyonîst bi rêk û pêk bînin.
Eva di halekî de ye ku xelkê welatên Îslamî ji duh ve bi lidarxistina xwenîşandanên curbicur tevî şermezarkirina van cinayetên Rejîma Siyonîst, daxwaz ji saziyên navneteweyî yên wekî Rêxistina Neteweyên Yekbûyî kirin, erka xwe li hember van cinayetên Rêjîma Siyonîst cih bînin.