Cotmeh 09, 2023 16:55 Asia/Tehran
  • Hêrtzok derbarê serketina bereya berxwedanê ya filistîniyan li xwe mukir hat

Li halekî ku têkoşerên filistînî di deh salên dawî de hewil dan ku hevsengiya tirsandinê li ser siyonîstan de bisepînin, Îshaq Herzog serokê Rejîma Siyonîst bi awayekî nerasterast derbarê serketina berxwedanê li xwe mukir hat.

 

Îshaq Herzog serokê Rejîma Siyonîst li gotûbêja bi nûçegihanan derbarê serketina operasiyona berxwedanê ya Filistînê ji bo tirsandina siyonîstan ji bo vegera welatên xwe li xwe mukir hat 

Di eynî demê de  Ebû Obeyde, berdevkê tabûrên Şehîd Îzeddîn El-Qisam ragihand ku  4 hêsîrên siyonîst tevî pasewanên xwe di encama êrişên hewayî yên balafirên cengê yên siyonîstan de hatin kuştin.

Di operasyona Bahoza El-Eqsayê de, ji bilî hewa û behrê, tifingdarên Hemasê bi pêşveçûna nav erdên dagîrbûyî, zîyanên zêde li siyonîstan xistin. ku li gor  gotina  medyyaên siyonîstan, heta niha  hezar siyonîst hatien kuştin  , 2382 kes birîndar bûne ku  22 ji wan hêviya başbûnê  tinene, û 345 kesên din jî di rewşeke giran û xeternak de ne.

Rojnameya siyonîst a Yediot Aharonotê ragihand ku hejmara siyonîstên  ku  ji aliyê têkoşerên HAMASê va hatine hêsîrkirin zêdetir ji 150 kes e, ku divê hejmara 30 siyonîstên hêsîrbûyî ji aliyê Cîhada Îslamî û û hêsîrbûna dehan siyonîstên din ji aliyê grûpên curbicur û heta xelkê asayî yên Filistînê jî li ser wan were zêdekirin. .  her wiha 750 sîyonîst jî winda bûne.

 

 

Ji aliyeke din ve,  Tabûrên şehîd Ezzedîn El-Qassam yên çiqa Hemasê, bi zêdetir ji 100 rokêtan bajarokên Israîlî dan ber êrişan.

Wek beteka li himberê êrişên hêzên siyonîst ser malên sivîlên filistîniyan, tabûrên şehîd îzedîn El-Qessam  bi 120 mûşekan bajarokên Siyonîstnişîn,  Eşdod û Eşqelandan ber êrişan.

  Hêzên berxwedana Filistînê her wiha xwefireke Rejîma Siyonîst li esmanê yek ji bajarokên vê rejîmê li nêzî Ramullahê têk birin.

Ji aliyê din ve, piştî işkesta hêzên dagîrker ên Rejîma Qudsê li rûbirûbûna hêzên berxwedêr ên Filistînê û derbeyên giran li siyonîstan li operasiyona bahozê ya El-Eqsayê, Yoaf Gallant wezîrê cengê yê Rejîma Siyonîstî ferman da zîvala Gazzeyê bi temamî ji aliyê hêzên leşkerî ve were dorpêçkirin.

Operasyona bahoza El-Eqsayê wek berteka li hember êrişên berdewam ên Rêjîma Siyonîst li dijî girtiyên filistînî û êrişên dijwar li ser Mescîda Eqsayê ku yekemîn Qibla misilmanên cîhanê ye, hat encamdan û ku di encamê de  bi sedan siyonîst hatin kuştin û birîndar kirin.

Serepeyv