Cotmeh 09, 2023 09:29 Asia/Tehran
  • El-Nexle: Bahoza Eqsayê lawaziya dijmin eşkere kir

Sekreterê Giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê diyar kir ku operasyona bahoza Eqsayê lawaziya dijmin derxist holê û dijmin felc kir û wiha got: Eşkere bûye ku dijmin dikare têk here.

Ziyad El-Nexle, Sekreterê Giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê şeva buhurî got: Operasyona hêzên berxwedana Filistînê li Xezeyê li dijî Rejîma Siyonîst, dijmin têk bir.

El-Nexle her wiha got: Hêsîrên cengê, ji wan leşker û hem jî bajaroknişînên ku me li Gazayê girtine bi dehan an zêdetir in û bi rastî ez dikarim bibêjim ku ji vê hejmarê gelek zêdetir in û tenê cîhada îslamî zêdetirî 30 dijmin  hêsîr girtine.

Wî xitabî dagirkeran got: Divê kabîneya dijmin teslîmî vê rastiyê bibe û rêya herî kurt ji bo pêşîgirtina ji hêsîrên zêdetir  û  kuştiyan, qebûlkirina işkestê ye.

Şirovekarê Filistînî Şakir Zelûm di hevpeyvînekê de wiha got: Bahoza El-Eqsayê sîleyeke dîrokî bû ji rejîma dagirker re.

Endamê nivîsgeha siyasî ya tevgera Ensarullaha Yemenê jî got: Bereya berxwedanê divê berpirsyariya xwe bizane û dema şerê bi çarenûsî bi Rêjîma Siyonîst re  hatiye.

Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Tevgera Ensarullaha Yemenê Mihemed El-Bexîtî derbarê operasyona bahoza El-Eqsayê de got: Eger em di vê qonaxê de bikevin nav pevçûnan, emê piştî destkewtên meydanî bi moraleke bilind bikevin meydana şêr.

El-Bexitî her wiha got: Paşxistina şerê bi çarenûsî rê dide dijmin ku hemû aliyan bixin tecrîdê û eniyên navxweyî bêewleh bikin.

Endamekî ofîsa siyasî ya Ensarullahê jî derbarê operasyona bahoza El-Eqsayê ya hêzên berxwedanê li Xezayê got: em bûn şehedê hin dîmenan ku di tevayî şerên di navbera ereban û Rejîma Îsraîlê de bêmînak bûye.

Serokê partiya Saadet a Tirkiyê wek berteka li himber operasyona bahoza El-Eqsayê tekez kir: Îsraîl gefa herî mezin li himber aştî û aramiya navçe û hemû cîhanê bûye.

Temel Karameloglu li ser rûpela xwe ya Twitterê li ser alûgurên heyî yên li Filistînê û operasyona Bahoza Eqsayê ya ji aliyê hêzên berxwedêr ên Filistînê yên li dijî dagirkeran ve wiha got: Ti mehkûmiyetên devkî nekariye rê li ber dagirkerî û kuştinên Îsraîlê li Filistînê  bigre heta niha bi caran hatiye dîtin ku Îsraîl tenê ji hêzê fam dike.

  Gelê Tirkiyê  jî li bajarên curbicur ên vî welatî ji bo piştevaniya ji berxwedana Filistînê kom bûn û meşiyan û kêfxweşiya xwe ji serketinên bereya berxwedanê li operasyona bahoza Eqsayê nîşan dan.

Xwepêşanderên li Enqereyê li ser plakardan nivîsîbûn ku Quds bereya berxwedana me ye.

Li Iraqê jî çalakvanên siyasî û rêberên partî û tevgerên iraqî operasyona Bahoza El-Eqsayê ku ji aliyê girûpên berxwedêr ên Filistînê li dijî rêjîma Israîlê cih hat wek bersiva li himber cinayetên vê rejîmê li dijî filistîniyan dan zanîn

Di du rojên derbasbûyî de xelkê navçeyên curbicur ên Îranê  jî bi lidarxistina mîtîng û meşan piştgiriya xwe ji operasiyonên vê dawiyê yên grûpên berxwedêr ên Filistînê li dijî rejîma dagîrker a Îsraîlê ragihandin.

 

 

Serepeyv