Îlon 21, 2023 11:31 Asia/Tehran
  • Îdiaya Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê derbarê êrîşa ser Balefirgeha Silêmaniyê

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê drbarê êrîşa ser balefirgeha Silêmaniyê b daxuyaniyekê îdia kir, di dema bûyerê da hêzên PKK'yê rahênana leşkerî ya hevpar digel hêzên ser bi Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) pêk dianîn.

Di dxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê da hatiye îdia kirin, Ev rûdan aşkira nîşan dide ku endamên ewlehiyê yên ser bi YNK'yê bi koma terorîstî ya PKK'yê ra hevkarî dikin. PKK'yê niştecihên Silêmaniyê dîl girtine.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê da hatiye ku Tirkiye "Çalakiyên koma terorîstî ya PKK'yê û berfirehbûna wê bi taybet li bakurê Irqê û çalakiya di korîdora terorê ya pêkhatî navbera Sûriye û Iraqê ku vê dawiyê girantir bûye, ji nêzik va dişopîne."

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê ji hikûmeta navendî û hikûmeta Herêma Kurdistana Irqê xwestiye ku PKK û baskên wê wek koma terorîstî ragihînin û bi awayekî rast û hestpêkirî dijî terorîsmê têbikoşin.

Ji aliyê din va, Yehya Resûl Berdevkê Fermandeyê Gişt Hêzên Çekdar ên Iraqê êrîşa xwefirreke Tirkiyê ser Balefirgeha Erbetê li Parêzgeha Silêmaniyê bi tundî şermezar kir.

Resûl bi gotina vêya ku di vê êrîşê da 3 hêzên Saziya Dijî Terorê ya Herêma Kurdistana Iraqê canê xwe ji dest dane û 3 kes jî birîndar bûne, tekez kir ku ev êrîş binpêkirina hakimiyet û ewlehî û yekparçetiya axa Iraqê û gefek li dijî aştî û ewlehiya navçe û cîhanê û binpêkirina qanûnên navneteweyî û Rêziknameya NY'yê ye.

Heyder Ebadî Serokê Hevpeymaniya Nesrê ya Iraqê jî tevî şermezarkirina êrşa bi xwefirran a Artêşa Tirkiyê ser Balefirgeha Erbetê ya Silêmaniyê şermezar kir ku li gorî dagirkerbûna Tirkiyê, Iraqê divê peywendiyên xwe yên ewlehî, siyasî û aborî digel Tirkiyê bigherîne.

Heyder Ebadî got, Tirkiye ji ber hegerên cûrbecûr kiryarên xwe li dijî Iraqê didomîne û eva ku heta niha ti bertekeke bibandor li hemberî destdirêjiya ser hakimiyeta Iraqê nehatiye dayîn, cihê serşûriyê ye û eger yekbûna digel destdirêjiyên Tirkiyê were domandin, xiyaneta lin Iraqê ye.

Ebadî di dewamê da amaje bi hebûna Artêşa Tirkiyê li axa Iraqê kir û got: Tirkiye welatekî dagirker li Iraqê ye, bi dehan baregehên wê yên leşkerî li axa Iraqê hene û ev ji bilî binpêkirina hakimiyetê û destwerdana li karûbarên navxweyî yên Iraqê ye.

Enqereyê PKK daniye nav lîsteya komên terorîstî ş bi behaneya şerê dijî van koman bi êrîşa ser bakurê Sûriye û Iraqê yekparçetiya van d welatan binpê dike.

Hebûna neqanûnî ya leşkerên Tirkiyê li bakurê Iraq û Sûriyê hertim tûşî bertek û dijayetiya giran a gel û dewletên van du welatan bûye. Bexda û Dimeşqê destdirêjioya Enqereyê wek mînaka aşkira ya dagirkeriyê zanîne.

NY'yê jî bi caran tekezî li ser rawestandina êrîşên Tirkiyê ser axa Sûriye û Iraqê kiriye.

 

Serepeyv