Îlon 18, 2023 09:30 Asia/Tehran
  • Rêketina hikûmeta navendî bi Herêma Kurdistana Iraqê re li ser dayîna mûçeyên karmendan

Nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê derbarê rêketina Herêam Kudistana Iraqê bi hikûmeta Federal re bo dayîna mûçeyên karmendên Kurdistana Iraqê agahî da.

Nivîsîngeha Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê li daxûyaniyekê ji zarê Mesrûr Barzanî ragihand ku bi Mihemed Şiya El-Sudanî serokwezîrê hikûmeta  Federal derbarê dabînkirina mafên welatiyan lihevhatineke  kêrhatî hasl bûye.

Nivîsgeha medyayî ya serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê ragihand : Mesrûr Barzanî hêvî kir ku rêkeftina vê dawiyê bi hikûmeta navendî ya Bexdayê  re bibe bingehek ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistana Iraqê û hikûmeta navendî ya vî welatî ji riya rêya gotûbêjê û li gor destûra bingehîn peymanên îmzekirî.

Mesrûr Bazaranî, serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê, pêncşema buhurî, seredana Bexdayê kir û bi serokomar, serokwezîr û hejmarek ji rêberên partiyên siyasî yên Iraqê  re hevdîtin û gotûbêj kiribû.

Kesên nêzîkî serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya El-Sudanî jî geşbîniya xwe derbarê çareserkirina nakokiyên navbera hikûmeta navendî ya vî welatî û Herêma Kurdistanê nîşan dan û gotin ku Encûmena Wezîran dê civîneke demlidest  lidar bixe û bi îhtîmaleke zêde dê mûçeyên karmanedên hikûmeta Herêma  Kurdistana Iraqê were dayîn.

Di heman demê de nûnerê hevpeymaniya Sadeqûnê li Parlmana Iraqê ragihand, sedema kûrbûna  nakokiya di navbera hikûmeta federal û Herêma Kurdistanê de, peywendiya newekhev ya navbera Hewlêr û Bexdayê ye.

Soheyle El Sultanî di hevpeyvînekê bi  ajansa El-Maloumeyê re  ragehand ku, Herêma Kurdistanê dixwaze hikûmeta navendî pabendî hemû  mijarên  darayî be, lê ew bi xwe jî pabendî xalên herî hêsan ên yasaya pesendkirî di bûdceya giştî de nîne û got jî: Hewlêr   dixweze mûçeyên karmendan ji nifta hinardekirî ya jibo  parêzgehên başûrê Iraqê bide.

Ji aliyê din ve berpirsê peywendiyên derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand ku, hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê ji bo dayîna mûçeyên kompaniyên biyanî yên niftê û cirîma dadgeha Parîsê bo Bexdayê tu pereyek xwe tine.

Sefîn Dizeyî, Berpirsê peywendiyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê di hevpeyvînekê bi  ajansa nûçeyan a Bloombergê re , rewşa aborî ya herêma Kurdistana Iraqê ji ber neşandina pişka herêmê ji bûdceya Iraqê û rawestandina hinardekirina nifta vê hremê  ji riya Tirkiyê ne guncaw wesif kir. 

Wî derbarê gotûbêîjên heftiya borî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê de jî got:

Hevdîtinên başcih hatin  ku wer tê xûyanê hêvieke zêdetir hebe. 

 Du îde hatin hilêxistin, hêvî heye ku hinek pêşketin çêbibin.

Berpirsê Wezareta Peywendiyên  Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ziyanên ji ber rawestandina hinardekirina  nifta  Herêma Kurdistanê ji  rêya Tirkiyê ji meha Nîsana borî ve, nêzîkî 5 milyar dolaran texmîn kir.

 

Serepeyv