Îlon 03, 2023 09:42 Asia/Tehran
  • Teqezî li ser parastina aramiyê û dûrketina ji şîdetê li Kerkûka Iraqê

Rayedar û partiyên iraqî wekberteka li hember nakokiyên di anvbera ereb û tirkmanên bajarê Kerkûkê û hêzên ewlehiyê yên girêdayî Partiya Demokrat a Herêma Kurdistana Iraqê, teqezî ser parastina aramiyê û dûrketina ji şîdetê li vê parêzgehê kirin.

Bi sedan Ereb û Tirkmanên Kerkûkê, ji roja Şemiyê  va bona protestokirina vegeryana hêzên pêşmerge bo vî bajaîketn grevê ku ratî  êrişa hêzên ser bi Partiya Demokrata Kurdistana Iraqê ve hatin,

 Berdevkê POlîsê Kerkûkê  ragihand ku  di encama vê pevçûnê de 4 ciwanên  kurd hatin kuştin û 9 kesên din jî birîndar bûn.

Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiya Şîeyên Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, tundî û nakokiya zêdetir ne riya çareseriya şîdeta di navbera partiyan û û xelkê Kerkûkê ye. 

Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiya Şîeyên Iraqê  di vê daxuyaniyê de piştevaniya xwe ji hemî kiryarên hikûmetê û fermandehiya giştî ya hêzên çekdar ji bo kontrolkirina rewşa ewlehî û aramiya parêzgeha Kerkûkê ragihand. 

Ebdulletîf Reşîd, Serokomarê Iraqê di berteka li himber alûgurên  Kerkûkê daxwaz ji hemû aliyên têkildarê vê parêzgehê kir ku  xwe ji gef û şîdetê dûr bixin.

Ebdulletîf Reşîd amaje bi wê yekê jî kir, ku Kerkûk sembola biratiya Iraqiyan û cihê hemû mezheban e û nabe bihêlin rûmeta wê were xerakirin.

Mihemed Şiya El-Sudanî, Serokwezîrê Iraqê jî wek berteka li himber bûyerên li Kerkûkê, tevî ragihandina qedexeya derketina derve , fermana operasyonên ewlehiyê yên berfireh li navçeyên ku serhildan lê qewimîne da.

Muhemed Şiya El-Sudanî her wiha bi Mesûd Barzanî Serokê Partiya Demokrata Kurdistana Iraqê re li ser zêdekirina hewl û têkoşanên yekgirtî ji bo serkutkirina  kesên ku dilê têkdana ewlehiya bajarê Kerkûkê hene, teqez kir û ser berfirehkirin û cihanîna  qanûnê bo dewama aşitiya medenî û jiyana  normal a xelkê parzêgehê ji aliyê hêzên ewleghiyê ve teqez kir. 

Serokwezîrê Iraqê di pêwendiyeke din de bi Nêçîrvan Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê re  li ser rewşa parêzgeha Kerkûkê gotûbêj kir.

Di vê gotûbêjê de Mihemed Şiya El Sûdanî amaje bi wê yekê kir ku hemû çîn û qatên Kerkûkê selmandine ku Kerkûk mînaka  pêkvejiyana aştiyane û biratiyê ye.

 

 

Serepeyv