Tebax 28, 2023 09:40 Asia/Tehran
  • Xizmetkirina 17 hezar mokêban bo ziyaretkerên Îmam Huseyn(s) li Necefê

Rêveberiya mokêbên Îmam Huseyn(s) li parêzgeha Necefa Eşref ragihand ku zêdetirî 17 hezar mokêb li vê parêzgehê xizmeta ziyaretkerên Erbeîna Îmam Husêyn (silavên Xwedê lê bin) dikin.

Zekî Cerîw, Serokê Rêveberiya mokêbên Îmam  Husêyn li parêzgeha Necefa Eşref ragihand: Heta îro 17 hezar û 409 mokêbên Îmam Huseyn bi fermî hatine tomarkirin, xizmetguzariyan raber bikin bo  ziyaretkerên ku ji başûrê Iraqê derbasî vê parêzgehê dibin û diçin Kerbelayê.

Wî got ku di  20 rojan de ji roja yekem a meha Seferê heta roja 20ê (Roja Erbeînê ) ev  mokêb hemû cure xizmetguzariyan raberî ziyaretkeran dikin, ji wan av, xwarin, cihên bêhnvedan û razanê û heta xizmetguzariyên pizîşkî.

Zekî Cerîw, Serokê Rêveberiya mokêbên Îmam  Husêyn got: Amarên hatine ragihandinê tenê van mokêban dige ber xwe  ku  hatine tomarkirin û mokêbên  ku navê wan nehatine tomrakirinê jî xizmetguzariyan raberî ziyaretkerên Îmam Husên (silava Xwedê lê bin) dikin.Li gor Nûçeyeke din, serleşker Tehsîn Xefacî, Fermandarê Operasyonên Hevpar a Iraqê duh  Yekşemê got: 20 hezar kes ji artêş, polîs, Heşda Şeibî û rêxistinên din ên ewlehiyê yên wek îstixbarat, Asyişa Neteweyî  û rêxistinên stixbaratê beşdarî vê planê bûne.​

 

 

Hevdem Adil Ebdulmehdî,Serokwezîrê berê yê Iraqê Rêxistina Heşda Şeibî wek isstûna ewlehiya vî welatî  bi nav kir û got: Nebûna  vê hêzê tê wateya têkçûna sîstema ewlehiya Iraqê.

Ebdulmehdî roja Yekşemê derbarê her hewldaneke bo lawazkirina hêza Heşda Şeibî û kêmkirina hizûra wê weke hêzeke girîng li Iraqê hişyarî da û got: Heke Heşda Şeibî nebûya, dê DAIŞ, terorîzm û nakokî vegeryana her dera Welêt.

Fermandeyê berê yê hêzên çekdar ên Iraqê her wiha got:

Tevî hebûna 17 hezar leşkerên biyanî, welat di dijwartirîn rewşa  xwe derbas dikir û komên leşkerî nedkarîn Neynewaya ku ketibû destê çend sed Daişiyan, biparêzin û nedikarîn ewlehiyê pêk bînin heta ku Heşda Şeibî hat  meydanê, kete nav hevsengiya ewlehiya netewî.

Serokwezîrê berê yê Iraqê got: Qebûlkirina çalakbûna Heşda Şeibî ne tenê gel û aliyên ku jê hez dikin nagre ber xwe  belkî  partiyên din ên  Iraqê û hêzên biyanî  jî çalakiyên Heşda Şeibî piştrast dikin.

 

Serepeyv