Tîrmeh 27, 2023 10:34 Asia/Tehran
  • Pêla germaya giran li seranserê cîhanê/ candayîna herîkêm 40 kesan di encama şewatên li Ewrûpayê

Ji ber germaya hewayê û rabûna bayên giran, şewata li daristanên Ewrûpayê berfireh bûye û heta niha 40 kesan canê xwe ji dest dane.

Havîna îsal ji ber  tevlîbûna rewşa  av û hewayê ya  nasiyar bi  Al Nînoyê bi guhertinê  av û hewayê re, rewşa  têna hewayê guheiye.

Gafîn Îsmît, zaniyarê pilebilind ê av û hewayê li NASAyê midehekê berî niha got: Tîrmeha îsal pir muhtemel e, topa erdê bibe  şe3hedê germaya herî zêde ya  sed salên derbasbûyî.

Bi hezaran   persênêlên vemirandina êgir  li hin beşên  Yûnan û 8 welatên din ên  Medîteraneyê yên mîna  Îspanya, Îtalya û Porteqalê hewil didin êgir  û şewatê kontrol bikin.Di eynî demê de, li grava Rodosê ya Yûnanistanê heta 6 mehîên din rewşa awarte hatiye ragihandin.

  Têna zêde û bayê giran bûne sedem ku şewat li Portiqal,Tirkiye, Îtalya, Fransa, Kirovasî û Îspanyayê berfireh bibe û heta niha zêdetirî 40 kesa canê xwe ji dest dane.

 Guhertinên av û hewayê û gerimbûna erdê di salên derbasbûyî de bûne sedema şewat û  barîna baranên  giran li seranserê cîhanê.

  Ji ber pêla germaya bêmînak li Amerîkayê jî,  navenda herî mezina  belavkirina cereyanê li Amerîkayê ku 13 eyaletên  rojhilata vî welatî digre ber xwe, rewşa awarte li hemî hêlên xwe da îlankirin.

 Pêla germayê ev çend heftî ne hin beşên zav ên Amerîkayê dagirtiye û di rojên derbasbûyî de jî pêla germaya bêmînak Rojhilata Navîn jî girtiye ber xwe û piraniya welatên navçeya me jî rastî pêla  germaya  pir giran û bêmînak hatine.  Pisporên vî warî hişyariyê didin ku  divê gel tevî hişyarbûna li xwe bi baldarî çavkaniyên enerjiyê û avê bi kar bînin û zêde avê bikar neynin.

 

 

 

 

Serepeyv