Tîrmeh 27, 2023 10:27 Asia/Tehran
  • Bi radestkirina 400 hezar bermîlên niftê bo Bexdayê, Hikûmeta Federal, pişka bûceya Herêma Kurdistanê dide

Parlemanterê berê yê Herêma Kurdistanê got: Pişka bûceya Herêma Kurdistanêji ber du hegeran nehatiye dayîn, ya yekê eva ku Wezareta Darayiyê ya Iraqê fermana cihanîna bûceyê nedaye, hegera dudyê jî eva ye ku hîna teklîfa radestkirina 400 hezar bermîlên nifta herêmê bo Bexdayê diyar nebûye.

 

Elî Heme Salih, Parlemanterê berê yê Herêma Kurdistanê derbarê cihnehatina bûceya 2023an a Iraqê û meseleya  radestkirina pişka nifta herêmê bo Bexdayê got: Qanûna bûceyê hatiye pejrandin lê heta vê gavê cih nehatiye û cihhtaina wê  maye ser fermana  Wezareta Aborê ya Iraqê.

  Vî Parlemanterê berê yê Herêma Kurdistanê got dayîna fermana  Wezareta Darayiyê ya Iraqê, dawîn qonaxa cihhtaina pêşnumaybûceyê ye û mhtemel e di çend rojên pêşber de ev fermana bê dayîn.

 Elî Heme Salih got li gor qaûna bûceya Iraqê,  divê Herêma Kurdistanê rojê 400 hezar bermîl nift û sedî 50 yê derhata xwe ya derbasgehên  sînorî  radesetî Bexdayê bike ûdi berdêla wê de, Bexda pişka bûceya herêmê bide.

 Ev kêşeya hîna çareser nebûye lê pir muhtemel e bi derbasbûna demê, ev pirsgirêka were çareserkirin.

 

Niha ev pirsa dikeve rojevê ku gelo pirsgirêk çiye û çima pêşnumayabûce cih nayê û pişka Herêma Kurdistanê nayê şandin?

 Elî Heme Salih derbarê vê yekê de jî got:

 Di rewşa niha de pirsgirêk eva ye ku riya Tirkiyê bo hinardekirina 400 hezar  bermîlên niftê girêdayî ye. Muhtemel e Iraq, 150 hezar heta 180 hezar bermîl nifta herêmê bo bikaranîna  li palîngehên  navxweyî bi kar bîne, lê di dawiyê de divê pişka 400 hezar bermîlê ya Herêma Kurdistanê radesî  Bexdayê bê kirin da ku Bexda jî bikaribe hewcetiyên Herêma kurdistanê bide.

 Hevgav, Endamê berê yê Komîsyona Nift û Gazê yê parlemana Iraqê got:  Hewlêrê hîna derhatên hinardekirina zêdetirî yek milyad û nîv a bermîla niftê nedaye Bexdayê.

Qalib Muhemed di goptûbêja bi Ajansa El-Melûmeyê re bal kişand ser vê yekê ku Hewlêrê derhatên  nifta xwe radestî Bexdayê nake û mişaşa kedkarên  Herêma  Kurdistanê jî nade û got: Serketiyên kiryarên bi vî rengî, patiyên sedest li Herêmê ne ji ber ku  sedî 60 ê derhatê  niftê diçe berîka şîrketên  niftê yên biçûk ên  du partiyên serdest li Iraqê.

 Ji aliyê din va jî, Soran Omer parlemanetrê kurd ê parlemana iraqê jî got ku  Herêam kurdistanê êdî karta zextê ya bi navê niftê di destê xwe de tine.

 

 

 

Serepeyv