Tîrmeh 27, 2023 09:56 Asia/Tehran
  • Êrişa eskerên siyonîst ser Cênînê

Çavkaniyên filistînî derbarê êrişa eskerên siyonîst ser başûrê rojavaya Cênînê agahî dan.

Van rojana  rewşa Erdên Dagirbûyî û bi taybet rexê rojavaya  Çemê Urdinê pir taybet e û têkoşerên filistînî bi her riyekê bersiva cinayetên bê dawî yên siyonîstan didin û vê yekê rewşkeke taybet bo siyonîstên talanker pêk aniye.

 Eskerên Rejîma Siyonîst  duh êrişî ser bajarokê Yebedê li başûr rojavaya Cênînê kirin û bi ciwanekî filistînî re kein pevçûnê.

Vê çavkaniyê ragihand ku di encama vê pevçûnê de, filistîniyek birîndar bû û kete nexweşxanê.

 Heta niha siyonîst hema li başûrê Erdên Dagirbûyî û li navçeya Gazayê bi filistîniyan re  diketin pevçûnê lê niha rexê rojavaya çemê Urdinê li rojhilata Filistînê ji ber çekdarbûna ciwanên  wê bûye davika siyonîstan.

Li gor nûçeyeke din piştî êrişa eskerên siyonîst ser bajarê Qelqîliyê, Faris Şerhebîl Ebû Semere, nûgîhayê 14 salî yê filistînî şehîd bû

Eskerên siyonîst îro êrişî ser taxa El-Neqarê ya bajarê Qelqîliyê kirin ku di encamê de, pevçûneke giran di navbera wan û ciwanên filistînî de derket.

 Wezareta Tendrustiyê ya Filistînê roja çarşemiyê jî derbarê şehadeta Muhemed Ebdulhekîm Neîm Nedî, ciwanê 23 salî yê filistînî bi derba guleya siyonîstan agahî dabû.

 Li rexê rojavaya çemê Urdinê di dereqa mehên derbasbûyî de berxwedana welatiyên filistînî li himber êrişên eskerên siyonîst zêde bûye û têkoşerên  filistînî bi siyonîstan re ketine şerê çekdariyê.

 Hevgav di halekî de ku qeyrana  pejirandina guhertinên di beşa dadweriyê de li Erdên Dagirbûyî didome,  di encama  rapirsiyên  nû de hat diyarkirin ku  asta hebandîbûna Serokwezîrê Rejîma Siyonîst ku ji sebebkarên  sereke yên pejirandina vê planê ye, kêm bûye.

Piştî pejirandina  plana  guhertinên di beşa dadweriyê de, encama rapirsiyên nû ku ji du kanalên nûçeyan ên Rejîma Siyonîst hat weşandin, nîşan dide ku ger niha hilbijartinên parlemnaê bên lidarxistin, 64 kursiyên ku Hevalbendiya  serdest a Binyamîn Nêtanyahû, Serokwezîrê vê rejîmê niha heye, dadikeve  52 an 53 kursiyan.

 

 

 

 

Serepeyv