Tîrmeh 21, 2023 11:27 Asia/Tehran
  • Welat û kesayetiyên îslamî bertek nîşanî dubarebûna bêrêziya li Qurana Pîroz li Swêdê dan

Dubarebûna kiryara bêrêzane ya kesê îhanetker li Qurana Pîroz li Swêdê bû sebeba beteka tund a welatû kesayetiyên îslamî.

Di salên dawî da hin welatên ewropî nemaze yên navçeya Skandînaviyê bûne qada destdirêjî û bêrêziya li pîrozweriyên misilmanan. Kesekî zêdegav ê iraqî-swêdî bi navê Selwan Momîka ku 28ê Hezîranê li Stokholmê bêrêzî li Qurana Pîroz kiribû, roja Pêncşemiyê, 20ê Tîrmehê jî bo cara duyem, bi standina îznê li polîsê vî welatî, bêrêzî li Qurana Pîroz kir.

Bi dayîna îzna bêrêziya li pîrozweriyên misilmanan ji aliyê Poîsê Swêdê va, gelê Iraqê bi nîşana itirazê agir berdan balyozxaneya Swêdê li Bexdayê.

Husên Emîr-Ebdullahiyan Wezîrê Karên Derve yê Îranê bi şandina nameyekê bo Antoniyo Gûtêrêîş Sekreterê Giştî yê NY'yê, nivîsî: Komara Îslamî ya Îranê tevî şermezarkirina dayîna zînê ji aliyê rayedarên Swêdê va bo bêrêzîya li Qurana Pîroz ku bo cara duyemîn di heyama yek meha derbasbûyî da diqewime, hişyarî diede ku dewama vê kiryarê di bin navê Azadiya Raderbirrînê, bêrêziya aşkira li tevahiya misilmanan, tehrîkkirina civatên cûrbicûr û bi armanca dijayetiya digel Îslamê û berbelavkirina zêdegaviyê pêîk tê.

Antoniyo Gûtêrêş êvara Pêncşemiyê di hevdîtina digel nûnerên Saziya Hevkariya Îslamî da, nebûan ser hemdê xwe, tundûtûjî û kiryarên Îslamofobyayê şermezar kir û ragihand ku ew digel civaka misilmanan hevgirtî ye.

Stêfan Dujarîk Berdevkê NY'yê berteka li hemberî bêrêziya li Qurana Pîroz li Swêdê, got: Bêrêziya li pirtûka pîroz û îbadetgehan nayê qebûlkirin.

Wî got: Tiştê ku me hewcetî pê heye rêzgirtina dualî ye. ez difikirim ku me aşkira gotiye ku bêrêziya li pirtûka pîroz û bêrêziya li cihwarên mezhebî nayê qebûlkirin.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê jî bêrîziya nefretbar a roja Pêncşemiyê li Qurana Pîroz li ber balyozxaneya Iraqê li Stokholma paytexta Swêdê bi gotina herî tund şermezar kir.

Wezareta Derve ya Erebistana Seûdî jî êvara Pêncşemiyê bi daxuyaniyekê ragihand: Riyaz kiryarên berdewam  û neberpirsyaran eyên rayedarên Swêdê yên dayîna zînê bo hin zêdegavan ji bo şewitndin û bêrêziya li Qurana Pîroz bi tundî şermezar dike; kiryara ku cûreyeke handana sîstematîk a misilmanan li cîhanê ye.

Muhemed Şiya Sûdanî Serokwezîrê xwest ku balyozê Swêdê li Bexdayê herî zû ji axa Iraqê derkeve û kardarê Iraqê jî ji balyozxaneya vî welatî li Swêdê werevekişandin.

Seyid Hesen Nesrullah, Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Libnanê, Ebdulletîf Reşîd Serokkoamrê Iraqê, Muhemed Helbûsî Serokê Prlimana Iraqê, Nûrî Malikî, Muqteda Sedir Rêberê Tevgera Sedir, Heyam Yasirî, Wezîrê Têkilîdanînê yê Iraqê, Rêvebriya Ewqafê ya Suneyên Iraqê û Hadî Amirî Serokê Hevpeymaniya Fethê ya Iraqê jî kiryara nebrpirsyarane û dubarebûna bêrêziya li Qurana Pîroz û bêrêziya li alaya Iraqê bi tundî şermezar kirin.

Yeklitîya Radyo û Televîzyonên Îslamî jî bêrêziya li Qurana Pîroz şermezar kir û ew wek destdirêjiya li pîrozwerî û hetikandina Ummeta Îslamê zanî.

Wezareta Îtila'atê ya Komara Îslamî ya Îranê jî bi daxuyaniyekê ragihand, Li gorî zanyariyên eseh ên bidesthatî, Selwan Momîka, kesê bêrêzî li Qurana Pîroz dike, sala 1986an li Iraqê ji dayîk bûye û sala 2019an ji aliyê Servîsa Sîxoriyê ya Rejîma Siyopnîst va hatiye bikarwergirtin û ew li dû plandarêştina Rejîma Siyonîst ji bo serkutkirina berxwedana rewa ya gelanî ya Filistînê li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê, projeya reş û mulhidane ya hetikandina Qurana Pîroz bi armanca ku nixûmandina nûçeyîn cinayetên xofnak û berfireh ên Rejîma Siyonîst bi cih tîne.

 

Serepeyv