Tîrmeh 17, 2023 16:04 Asia/Tehran
  •   Armancên sefera Şiya El-Sûdanî ya Sûriyê

 Muhemed Şiya El-Sûdanî, Serokwezîrê Iraqê wek yekim serokwezîrê vî welatî piştî 12 salan sefera Sûriyê kir û  di gel Bişar Esed Serokkomarê vî welatî hevdîtin û gotûbêj kir.

 

Di halekî de ku cara dawiyê di sala 2011an Nûrî Malikî  wek serokwezîrê Iraqê sefera Şamê kiribû,,Muhemed Şiya Sûdanî di rojên derbasbûyî de  bû mêvanê hikûmeta Sûriyê , ew jî halekî de ku vê dawiyê Şam vegeryaye nav  Komkara Ereban û Bişar Esed jî beşdarê civîna vê komkarê li Erebistanê bû.

Welatên ereb vejiyandin û berfirehkirina peywendiyan bi Sûriyê re danîn nav destûrkara xwe. Ev rewşa bo Sûriyê cuda ye.

 Ger çi di 12 salên derbasbûyî de, Serokwezîrê Iraqê sefera Sûriyê nekiriye,  lê peywendiyên  Bexda û Şamê dijî demajoya  peywendiyên welatên ereb bi  Sûriyê re  bû û her du welatan peywendiyên xwe parastin.  

Hegera sereke  ya vê meselê jî sînorên hevpar ên cuxrafiyayî û her wiha  gefên hevpar bûn.

Bişar Esed, Serokkomarê Sûiyê di hevdîtina El-Sûdanî de teqez kir: Me pêşîneyeke  bilind û hevpar di warê berxwedana  gelê Sûriyê di rewşa dijwar de heye, Iraq dengê hikûmet û gelê Sûriyê de nav  derûdorên curbicur de  bû. Ev welata di serdema  belaya ku piştî erdhejê li Sûriyê çêbû, li pişta welatê me rawesta û gelek alîkarî dane me.

 Iraq û Sûriyê zêdetirî 600 km sînorên hervpar hene. Her du welat di yek deheka buhurî de, rastî gefa terorîstî hatine û komên teorîst beşeke zêde ji cuxrafiyaya Iraqê û Sûriyê dagir kiribûn, lewma  peywendiyên Iraq û Sûriyê di yek deheka buhurî hatien paastin.

 Di hevdîtina Sûdanî,  bi Bişar Esed, Serokkomarê Sûriyê jî, meselên sînorî û gefa terorîstî hatin gotûbêj kirin.

 Yek ji meselên sînorî, kampa  El-Hol e.  Ev kampa ketiye  derdora  Hesekê nêzîkî sînorên Iraqê û di bin kontrola  hêzên HSD de ye.

 Li vê kampê nêzîkî 56 hezar kes ji welatiyên  curbicur  ku malbatên DAIŞê  ne rûdinên û gefe dijî Iraq û Sûriyê tên hesabê.

 Her wiha  Iraq û Sûriye  rastî pirsgirêka  hevpar a aborî hatine. Her du welat daxwazxa wergirtina sermayeguzariya derveyî ne. Her du welat bi taybet Sûriye rastî mudaxileya  Emerîkayê di karûnbarên navxweyî yên xwe  hatine.

 Basim El-Ewadî, Berdevkê hikûmeta Iraqê derbarê dosiya herî giring ku di vê seferê de hatin hilkoladin de got:  Dabînkirina  ewlehiya sînoran, girtina pêşiya nifûza terorîstan, rawestana li ber gefên terorîstî ji riya hevkariya  hevpar,  danûstanên ticarî û hewildana  bo beşdarkirina sûriyan di plana  geşatiya aborî ji wan hêla  geşatiya Iraqê ku rojhilatê dighîne rojava.

 Şiya Sûdanî, Serokwezîrê Iraqê jî di civîna  rojnamevaniyê ya hevpar  bi Esed re got: kilîlê ewlehî û aramiya navçeyê, rewşa ewlehiya baş e û aramiya navçeyê ye.

 Terorîzm li Iraqê vekişyaye  û işkst xwariye. Iraq her tim  bo vegeryana Sûriyê nav Yekitiya ereban  pir hewil daye.

 Hêzên çekdar ên me bi qawet li himber terorîstan  sekinîn. Em û Sûriye rastî pirsgirêkên hevpar hatine.

 

 

 

 

Serepeyv