Cotmeh 26, 2025 18:55 Asia/Tehran

UNICEfê hişyarî da ku di encama dûhatên şerê wêranker ên Rejîma Sîyonîst u kavilbûna binesazî u dibistananên ZÎvala Xezzeyê da, nivşeke tam a zarok, tezelaw, nûgîha u ciwanên filistînî li ber xetera jinavçûnê ne.

Êdward Begbedir Rêvebirê Çiqa Rojhilata Navîn a UNICEFê hişyarî da ku li Zîvala Xezzeyê nivşek li ber xetera jinavçûna tam e, ji ber ku zarok ev 2 sal in hatine dorpêçkirin, kavilkarîyeke berfire pêk hatîye û sîstema perwerdê hema bêje hilweşîyaye. 

Rêvebirê Çiqa Rojhilata Navîn a UNICEFê herwiha got: Eva sala sisêyan e ku zarok u tezelaw li Zîvala Xezzeyê bêdibistan mane. Ji ber ku sedî 85ê dibistanan hatine kavilkirin. Rejîma Sîyonîst herwiha bicihanîna xalên rêkevtinameya agirbesê di qonaxa yekem da asteng dike u di encama binpêkirina berdewam a wê da filistînîyan dikuje u kavilkarîya li Xezzeyê didomîne.

Xelîl Heyye yek ji rêvebirên pillebilind ên Tevgera HAMASê jî pêgirî ser têkçûna Rejîma Sîyonîst di bidestxistina armancên xwe di şêrr da kir u got ku hêzên berxwedêr pabendê sozên xwe ne u dê rê nedin sîyonîst hecetekê ji bo destpêkirina dubare ya şêrr li herêma Xezzeyê bi dest bixin. Xelîl Heyye got ku di 72 saetên destpêkê yên piştî sekinandina pevçûnan da, 20 êxsîrên sîyonîst u 17 meyt ji meytê 28 êxsîrên sîyonîst hatin radestkirin.

Vê rêvebirê HAMASê herwiha got ku Dayra Kargêrî û Emnî ya Xezzeyê dê radestî Lêjneya Birvebir were kirin û em ne dijî ti kesayetîyekî netewî yê niştecîyê Xezzeyê ji bo birêvebirina vê navçeyê ne. Xelîl Heyye herwiha got ku me u Tevgera Fethê lihev kir ku hêzên NY ji bo çavdêrîya ser agirbesê u cidakirina alîyan bikevin dewrê. Me bi kom û alîyên din ra jî lihev kir ku erka hêzên NY, jinûveavakirina Xezzeyê be. 

Serepeyv