Cotmeh 29, 2025 19:24 Asia/Tehran

Hin parlamenterên Iraqî hişyarî dan ku Tirkiye ji bilî bandora leşkerî ya sînorkirî li welatê wan, bandora xwe ya nerm jî di warên aborî û ewlehiya avê de berfireh kiriye.

Bi saya axaftinên derbarê rola Tirkiyê di Iraqê û zêdebûna destwerdana wê di dosiyê hikûmetê de, hişyariyên siyasî derbarê xeterên bandora wê ya nerm jî zêde bûne. Bandora ku ji çarçoveya bazirganiyê derbas bûye û derbasî nav mijarên kûrtir bûye. zirarê dide ewlehî û aboriya avê ya welêt û derdorên parlemanê û partiyên Iraqê Enqerê bi îstifada kirêt ji lawazî û qelişta siaysî  ya navxweyî û bidestxistina destkeftiyên stratejîk ên xwe tawanbar dikin.

Moîn Kazimî, parlemanterê Iraqî ragihand ku Tirkiye bi êrişa leşkerî qayîl nabe belku hewl dide ku bandora xwe di karûbarên girîng ên têkildarî ewlehiya neteweyî a Irayqê berfireh bike. Enqerê di salên derbasbûyî de bi hinceta hilberandina elektrîkê,bendavên mezin û curbicur ava kiriye, lê di rastiyê de, ev welat  bi dû zimhêrkirina avê û bac wergirtina ji Iraqê bi vê rêyê ye. Kazimî her wiha got: Kontrolkirina bîrên niftê yên Iraqê ji aliyê Tirkiyê ve an beşdarbûna wan nayê qebûlkirin.Hikûmeta bê dê di  peymana enerjiyê ya bi Tirkiyê re venihêrînê bike û ev peyman  dê pêşkêşî parlemanê bê kirin ku nirxandineke berfireh li bendên wê bikin. Ji aliyê din ve, Mehmûd Xoşnav, endamê Yekîtiya Niştimanî ya  Kurdistana Iraqê, hişyarî da: Tirkiye ser  navê bazirganî û veberhênanê de bandora xwe ya nerm li  nav Iraqê zêde kiriye. Armanca sereke ya vî welatî ew e ku bi rêya amûrên nerm ên aborî û medyayê bandora xwe li beşên aborî û siyasî yên Iraqê zêde bike. 

Wî her wiha got: Iraq di 50 rojên bê de ji bo dabînkirina pêdiviyên çandinî û mirovî herî kêm hewceyê milyarek metrekup avê heye.Berdana avê ji Tirkiyê bo Iraqê mafê xwezayî û rewa yê vî welatî ye û nabe wê bi berjewendiyên niftê û siyasî ve girêdin.

Zuhêr Fetlawî, endamê parlemana Iraqê, tevî rexnekirina ji siyasetên Tirkiyê yên girtina rêyên avê  yên Dîcle û Firatê got ku divê Bexda helwesteke siyasî ya zelal hebe ji ber ku bêdengiya li hember van binpêkirinan dê bibe sedema qeyrana av û aborî. Wî her wiha got: Reftara dijminane ya Tirkiyê li dijî Iraqê, ji van  binpêkirina serweriya neteweyî û şerê  dijî çavkaniyên avê bi qutkirina herikîna avê bo çemên Dîcle û Firatê,  hewcetî bi  helwesteke siyasî ya zelal û cidî ya hikûmetê heye ji ber vê yekê, divê hikûmet stratejiyeke zelal  li himber destdirêjiyên  Tirkiyê  hebe  û hemî kartên dîplomatîk û aborî yên berdest bikar bîne da ku maf û berjewendiyên neteweyî yên Iraqê biparêze.

Serepeyv