Hişariya rayedarê iraqî derbarê vegera 20 hezar endamên DAIŞê yên perwerdebûyî ji Sûriyê bo Iraqê
Yek ji rêberên Hevpeymaniya Enbar Ul-Mutehid ser plana veguhestina zêdetirî 20 hezar endamên DAIŞê ku li kampa Hol a Sûriyê hatine perwerdekirin bo Iraqê, hişyarî da û ev kiryar wekî hewldanek ji bo lihevxistina ewlehiya welêt da zanîn.
Mihemed Obeydî yek ji rêberên Hevpeymaniya Enbar El-Mutehid hişyarî da ku planeke veguhestina zêdetirî 20 hezar endamên DAIŞê ku li kampa Hol a Sûriyê hatine perwerdekirin bo nav Iraqê bi armanca pêkanîna bêewlehî û bêîstîqrariyê di rojevê de ye ji ber ku rêxistina terorîst a DAIŞê kesên ku ku temenê wan di navbera 20 û 25 salî de ye, amade kiriye û ew nifşa çaran a bîr û hizrên tundrewiyê ne.
Wî bi ragihandina vê yekê ku ku ev pêvajo nepisporane û aloz e û got : Ev operasyon bi hevahengiya navbera komên girêdayî Colanî û hêzên amerîkî pêk hat û armanc vegerandina terorîzmê nav Iraqê ji rêya vegerandina awareyan bo navçeyên xwe yên sereke ye .