Tîrmeh 17, 2023 11:48 Asia/Tehran
  • Şam: Bila Parlemana Ewrûpayê derbarê dizîna çavkaniyên Sûriyê ji aliyê Emerîkayê ve bertekê nîşan bide

 Parlemana Sûriyê ragihand ku baştir e parlemana  Ewrûpayê derbarê meselên însanî li Sûriyê neaxive belkî li himber dizîna çavkaniyên Sûriyê ji aliyê Emerîkayê ve bertekê nîşan bide.

Parlemana  Sûriyê roja yekşemiyê teqez kir tişta ku li parlemana Ewrûpayê derbarê mafên Mirovan li Sûriyê û her wiha derbarê bandora boykotên zalimane ser rewşa însanî ya Sûriyê de hatiye, ji xwe xalifandina rasitiyê bi curekê ye ku siyasetên hinek dewletên rojavayî pîne dike û tenê ser zirara xelkê Sûriyê ye.

 Parlemana  Sûriyê destnîşan kir dewama  boykotên aborî dijî gelê Sûriyê, cizakirineke komî ye ku li gor rêzikên navneteweyî qedexe ye û divê kesên berpirsiyarê vê rewşê bên mehkemekirin.

 Vê saziya sûrî di dewamê de got ku  parlemana  Ewrûpayê derbarê rewşa Sûriyê, ti helwêsteke  serbizxwe tine ji ber ku ger ev saziya ewrûpî bixweze derbarê meselên mirovheziyê, rastbîn be, divê helwêstekek eşkere li himber dizîna  çavkaniyên enerjiyê û berhemên cotkariyê yên  Sûriyê ji aliyê hêzên dagirker ên Emerîkayê hebe.

 Dagirkerên emerîkî ku bi awayê neqanûnî li rojhilat û bakurê rojhilata  Sûriyê de ne, rojê bi hezaran bermîlên  nifta xav a  Sûriyê ji vî welatî talan dikin û bi qaçaxî li Herêma Kurdistanê û Tirkiyê difroşin.

 Hikjûmeta Sûriyê jî bi caran teqez kiriye ku dê dawiyê bide vê cerdetî û dagirkeriyê.

Hêzên Dagirker ên emeîkî di dewama  dizîna nifta  Sûriyê, di rojên derbasbûyî de, cardinê hinek tankêrên nifta dizyayî ya Sûriyê veguhestin axa  Iraqê.

 Hêzên Dagirker ên Emerîkayê, roja şemiyê, 35 tankêrên hilgirê nifta Sûriyê ji  riya derbasgeha  neqanûnî ya El-Welîdê li rojhilata Hesekê, veguhestin bakurê Iraqê.

 Penaberên sûrî yên li axa Lubnanê, divê li axa vî welatî bimînin. Ev biryar, bû sedem piraniya siyasetvanên lubnanî û sûrî hêrs bibin û gotion ku ewê erzişa xwe ya hiqûqî tine û binpêkirina rêzikên navneteweî ye.

 

Serepeyv