Tîrmeh 09, 2023 14:45 Asia/Tehran
  • Giraniya barê aborî yê hikûmeta Erdogan ser milê gelê Tirkiyê

Hikûmeta Receb Teyyîb Erdogan bi mebesta zêdekirina derhatên xwe û piştra sekinîna li hemberî qeyrana aborî standina sermalê ji gelê Tirkiyê zêde kiriye.

Malpera Rojnameya Duvar'ê bi weşandina raporekê di vî warî da nivîsî: Hikûmeta Tirkiyê dixwaze bi zêdekirina Baca Nirxa Zêdekirî bi qasî 30 miliyar Lîreyî derhata zêdetir bi dest bixe.

Gelê Tirkiyê 7ê Tîrmehê tûşî pûêleke nû ya zêdebûna berbiçav a sermalan bûye. Baca Nirxa Zêdekirî (VAT) a kelûpel û xizmetan jî bi sedî zêdebûnê ji sedî 18 gihîştiye sedî 20; di halekî da ku rêjeya Baca Nirxa Zêdekirî ya sedî 8 a sepandî ji bo hin kelûpelan heta sedî 10 hatiye zêdekirin.

Nirxên nû j 10ê Tîrmehê va dê bi awayê fermî bên sepandin. Ji aliyê din va zêdekirina sermalê tenê Baca Nirxa Zêdekirî nagire ber xwe. Li ser vê esasê, lêçûna têkiliyên telefonî yên derveyî ji 6019 lîeryan bo 20 hezar lîre3yî û sermala bankî ya qerên wergirtî ji aliyê gel va jî ji sedî 10 gihîştiye sedî 15.

Di halekî da ku hîn lêçûna dayîna Vîzayê, Ofîsa Belgeyên fermî û pasportê sedî 50 zêde bûye. Ev di rwşekê da ye ku hikûmeta Erdogan vê dawiyê sermala wesayîta veguehstinê ya matorî (OTV) duberanber û sermala gelemperî ya şîrketan ji sedî 20 gihandiye sedî 25.

Aborîzanên Oyak Yatirim'ê pêşbînî kirine: Zêdekirina baca li ser şîrketan zêde ji 100 miliyar lîreyî û semala li ser wesayîtên matorî yên OTV'yê dê derdora 40 miliyarc lîreyî di sala 2023an da derhatê ayîdî hikûmetê bike.

Du mehan piştî serkeftina Receb Teyyîb Erdogan bo cara sêyem a lidûhev di Hilbijartina Serokkomartiyê ya Tirkiyê da dyar bûye ku Erdogan û hikûmeta bin fermana wî da nekarîne sozên xwe yên di pêvajoya hilbijartina serokkomartiyê da bi cih bînin.

Di hilbijartina vê dawiyê da, Serokkomarê Tirkiyê ji gelê vî welatî xwestibû ku baweriya xwe bi wî bînin û dengê xwe nedine opozîsyonê.

Receb Teyyîb Erdogan opozîsyona Tirkiyê wek kesên girêdayî bi derve dan nasandin ku dixwazin careke din Tirkiyê di komployên Amerîka û Welatên Rojavayî da asê bikin.

Niha bi miliyonan kes jib gelê Tirkiyê bi asta herî kêm a meaş û destheqê ya heşt hezar û 500 lîreyî jiyaneke dijwar derbas dikin.

Elî Babacan aborîzanê nasyar û mîmareke sereke yê abora Tirkiyê her wiha tekez kiribû: Eger Erdogan bi ser keve, her welatiyek dê belengaztir bibe û cîgeh û girîngiya Tirkiyê di abora cîhanê da dê dakeve xwarê.

Wisa xuya dike ku kêmtir ji du mehan piştî ragihandina encamên hilbijartina serokkomartiyê ya Tirkiyê, pêşbîniyên tevgera opozîsyona hikûmeta Enqereyê nemaze di warê aborî da duristir bûye.

Gelê Tirkiyê ev çend meh in tûşî dijwariyên aborî bûye û tevî zêdebûna dubare ya bihayan divê em li benda berteka bikarêneran li hemberî vê zêdebûnê bin.

Rastî ev e ku Tirkiye hema wisa tûşî qeyrana aborî ya giran e û Receb Teyyîb Erdogan serokkomarê vî welatî tevî sozên xwe yên di hilbijartinan da, heta niha ji bo çareserkirin an kêmkirina asta vê qeyranê nekariye serkeftinekê bi dest bixe.

 

Serepeyv