Tîrmeh 09, 2023 11:08 Asia/Tehran
  • Rûsyayê biryara Amerîkayê ji bo şandina muhîmata hûşîkî bo Ukraynê şermezar kir

Cîgirê Serokê Konseya Ewlehîya Neteweyî ya Rûsyayê bi gotina vêya ku Serokkoamrê Amerîkayê li dû kişandina tevahiya cîhanê ber bi şereklî giştalî ye, derbarê şandina bombeyên hûşîkî bo Ukraynê hişyarî da.

Dmîtrî Medvedev Cîgirê Serokê Konseya Ewlehîya Neteweyî ya Rûsyayê derbarê biryara dewleta Amerîkayê ya raberkirina bombeyên hûşîkî bo Ukraynê bi tundî hişyrî da. Dmîtrî Medvedev ku di rojên dawî da û li pey zêdebûna alîkariyên leşkerî yên welatên rojavayî bo Ukraynê ji bo şerê dijî Rûsyayê, helwêstên tundtir nîşan dane, got: Şandina bombeyên hûşîkî bo Ukraynê ji aliyê Amerîkayê an her welatekî din va, cîhanê dike mekanekî gelekî xeternak. Cîgirê Serokê Konseya Ewlehîya Neteweyî ya Rûsyayê ev teniştok avête Joe Bidenê Serokkomarê Amerîkayê û got: Dibe ku wî bavkalê ber bi mrinê ku mijûlî xeyalên xwe yên nivîşkan e, bi hêsanî biryar dabe ku bi birêxistina axirezem,aneke atomî li cîhanê, hem bi xwe biçe dinyaya din û hem jî nîvê mirovahiyê digel xwe bibe! Serrokkomarê berê yê Rûsyayê tevî pêkenîkirina li revîna leşkerî ya Amerîkayê ji Efxanistanê bi rêveberiya Joe Biden, şirove kir: Ew bi serşûrî ji Efxanistanê reviya û ji bo veşrtina vê serşûriyê, abora Ewropayê wêran kir. Medvedev her wiha got: Niha û piştî valabûna hemî çavkaniyên Amerîkayê Biden soza raberkirina cebilxneya hûşîkî dide Ukraynê û qala asoya endamtiya Kiyêvê li NATO'yê dike ku eger ev yek biqewime, tê wateya Cenga Cîhanî ya Sêyem.

Ragihandina şandina mihîmata hûşîkî ji aliyê Amerîkayê bo Ukraynê tûşî dijayetî û bertekên navneteweyî bûye. Bi awayekî ku heta hevpeymanên Amerîkayê weke Almanya, Inglîz, Kanada û Spanyayê tevî ragihandina dijayetiya xwe digel biryara Amerîkayê ya raberkirina bombeyên hûşîkî bo Ukraynê ragiahndin, Şandina van cûre muhîmat û alavên şêrr bo Kiyêvê li gorî qanûnên navneteweyî qedexe ye.

Skot Rîtêr efserê berê yê Iwstixbarata Amerîkayê jî mukir hat ku ev biryara Amerîkayê dê ti tiştekî li Ukraynê neguherîne.

Joe Biden Serokkomarê Amerîkayê di dewama helwêst destwerderane ya vî welatî di şerê Ukraynê da û şandina berdewam a çekan bo Kiyêvê bi behaneya vî şerî da di gotûbêja bi CNN'ê bi fermî piştrast kir ku Amerîkayê biryar daye ku muhîmata hûşîkî bide ber destê Artêşa Ukraynê.

Hêjayî gotinê ye, Balefireke B-52 ya Amerîkayê 270 miliyon bombeyên hûşîkî ji sala 1964an heta 1973an avêtine ser Laosê.

Ûrsula Von Der Leyen Seroka Komîsyona Ewropayê jî di dewama helwêstên destwerderane yên welatên ewropî di şerê Ukraynê da got: Her çiqasî ku ev şer were domandin Ewropa dê pêvajoya şandina çek û alavên şêrr bo Ukraynê bi behaneya şêrr li vî welatî bidomîne.

Şerê Ukraynê tevî hemî dûhatên berfireh ên leşkerî, siyasî, aborî, civakî û heta çandî di meha 17an da didome û şandina çekan ji aliyê welatên rojavayî bo Ukraynê hema wisa didome.

,

Serepeyv