Tîrmeh 09, 2023 08:33 Asia/Tehran
  • Rapor | Nerazî vegeriyan nav kolanên Parîsê

Bi sedan fransiyên nerazî li hemberî nijadperestî û şideta polîs bêyî berçavgirtina qedexetiyên ragihandî ji aliyê saziyên ewlehiyê va, xwenîşandan bi rê xistin.

Bi sedan neraziyên fransî roja Şemiyê û hefteyekê piştî xwenîşandana bi pevçûn û şidet wek berteka li hemberî kuştina nûciwanê 17 salî bi destê polîs, tevî berçavnegirtina qedexetiya ku hikûmeta Macron ragihandiye, li kolanên navenda Parîsê li dijî şideta polîs xwenîşandan li dar xistin.

Adama Traorê mêrikê 24 salî yê çermreş ê fransî di Tîrmeha 2016an da piştî ku ji aliyê hêzên polîsê Fransayê va hat desteserkirin, ji ber tundûtûjiya van hêzan li girtîgeheke dorhêla bakurê bajarê Parîsê canê xwe ji dest da.

Ji wê demê va heta niha bajarê Parîsê her sal di salvegera mirina vî ciwanê çermreş bûye qada xwenîşandana ku bi bangewaziya malbata wî li dijî nijadperestî û şideta Polîsê Fransayê tê lidarxistin.

Di vî warî da biruyar bû ku roja Şemiyê li du navçeyên bakurê Parîsê dîsan xwenîşandana salane bi vê boneyê were lidarxistin, lê rayedarên fransî li gorî heşt şevan kombûnên seranserî yên şidetbar, li dijî lidarxistina vê bîranînê derketin.

Tevî sepandina van qedexetiyan, bi sedan neraziyan navenda bajarê Parîsê kirin qada xwenîşandana xwe. Hêzên polîs li Meydana Komarê êrîş birine ser xwenîşanderan, lê xwenîşander dîsan li Bolvara Majentayê kom bûn.

Loran Nonîz Serokê Polîsê bajarê Paolîsê ji Rojnameya Guardian'ê ra axivî û îdia kir: Ev îhtimal heye ku ev xwenîşandan kesên radîkal ên ku meyla wan a pêkanîna kiryarên tundûtûjiyê heye, bikişîne meydanê.

Rojnameya pirhejmar a fransayî ya Lo Fîgaroyê jî ragihand: Yûsif Traore ji birayên Adama Traore di dema xwenîşandana îro da ji aliyê polîsan va û bi sûcê "Tudûtûjîya dijî rayedarekî dewletê" hat desteserkirin.

Amrên fermî yên weşandî ji aliyê medyayên fransî va nîşan didin ku heta niha nêzikî 4000 kes têkildarî xwenîşandnên lidarxistî ji dema kuştina Naîl Merzûq ji aliyê polîsê Fransayê va hatine desteserkirin.

 

Serepeyv