Hezîran 29, 2023 17:27 Asia/Tehran
  • Rapor | Şermezarkirina bêrêziya li Qurana pîroz li Swêdê di asta cîhanê da didome

Meclîsa Dûmaya Rûsyayê wek berteka li hemberî bêrêziya li Qurana Pîroz li swêdê, ev kiryara bêrêzane ya rayedarên vî welatî li dijî pîrozweriyên îslamî şermezar kir.

Nûnerên Meclîsa Dûmaya Rûsyayê bi pirraniya dengan biryarnameyek pesend kirin ku li gorî wê bêrêziya li Qurana Pîroz li Swêdê bi tundî hatiye şermezarkirin.

Pêşnivîsa vê biryarnmeyê ji aliyê Serokê Meclîsa Dûmaya Rûsyayê va hatibû raberkirin. Nûnerên Dûmaya Rûsyayê tevî şermezarkirina bêrêziya li Qurana Pîroz li Swêdê ji rayedarên wî welatî xwestin ku ji bo pêşîgirtin li binpêkirina mafan û bêrêziya li hestên mezhebî yên misilmanan, tevdîrên bilez bigirin ber xwe.

Beriya vêya Vladîmîr Pûtîn Serokkomarê Rûsyayê wek berteka li hemberî şewitandina Quranê li Swêdê tekez kir, Moskowa rêzê li Quranê û hestên mezhebî yên misilmanan digire û bêrêziya li wê li Rûsyayê sûc e.

Wezareta Karên Derve ya Sûriyê jî roja Pêncşemiyê bi dxuyaniyekê ragihnd, Ev cinayet hestên bi miliyonan misilmanan birîndar dike û li dijî prensîba rêzgirtina li olan e.

Wezareta Derve ya Sûriyê tekez kir: Ev kiryar aşkira têkçûna exlaqê li dewletên rojavayî û derew ş durûtiya nirxên ku dawa wan dikin, nîşan dide.

Di vê daxuyaniyê da hatiye: Dewletên rojavayî divê dest ji kiryarên ku nefretê navbera miletan pêk tîne, bikişînin ş bizanin ku azadiya hinekan girêdayî bi azadiya kesên din û rêzgirtina li hestên wan e ş ji ber vê yekê ti hincetek ji bo cinayeta bêrêziya li Qurana Pîroz tineye.

Fayîq Zîdan Serokê Konseya Bilind a Dadweriyê ya Iraqê jî roja Pêncşemiyê tevî tekeziya li ser naveroka Xala 14an a Qanûna Darizandinê ya vî welatî, destûra kiryara qanûnî li dijîkesê ku roja bihurî li swêdê bêrêzî li Quranê kiribû, derxist.

Konseya Bilind a Dadweriyê ya Iraqê tevî ragihandina destûra serokê vê koneyê ji bo pêkanîna kiryarên lazim ji bo vegerandina vî kesî bo Iraqê, her wiha ragihand: Zîdan destûr da Dadseraya Gelemperî ya Iraqê ku qonaxên qanûnî ji bo daxwaza vegerandina vî kesî bên kemilandin û li gorî qanûnê were mehkemekirin.

Pêştir Wezareta Karên Derve ya Irqê kiryara rayedarên swêdî ya îzndana bo kesekî tundrê ji bo şewitandina nisxeyeke Qurana Pîroz şermezar kiribû.

Ev cara yekem nîne ku li Swêdê bêrêzî li Qurana Pîroz tê kirin.

Rasmûs Palûdan siyasetmedarê rastgir ê tundrê jî pêştir tevî bêrêziya li Qurana Pîroz û misilmanan, ev pirtûka asimanî li ber Balyozxaneya Tirkiyê li paytexta Swêdê şewitandibû.

 

Serepeyv