Hezîran 29, 2023 09:17 Asia/Tehran
  • Rapor | Berteka welatên misilman li hemberî bêrêziya li pîrozweriyên Umeta Îslamê

Welatên erebî û îslamî daxwaza sekinîna li hemberî şerê dînî û bêrêziya li pîrozweriyên Umeta Îslamî kirin.

Polîsê Swêdê di dewama kiryarên bêrêzane yên rayedarên vî welatî li dijî pîrozweriyên îslamî da, îzna lidarxistina kombûneke din bi armanca bêrêziya li Qurana pîroz da. Polîsê Swêdê îzn daye ku dijberên îslamê li ber mizgefteke Stokholmê pirtûka pîroz a misilmanan bişewitînin.

Meclîsa Bilind a Îslamî ya Şîeyên Libnanê êvara Çarşemiyê bi daxuyaniyekê razîbûna Polîsê Swêdê ji bo bêrêziya li Qurana pîroz şermezar kir û ew wek dijminatiya aşkira digel Umeta Îslamê û binpêkirina aşkira ya azadiya dînî û bêrêziya li hemî bawermendên cîhanê, nemaze misilmanan zanî.

Meclîsa Bilind a Îslamî ya Iraqê daxwaza sekinîna ciddî ya Cîhana Ereban û Îslamê li hemberî vê cenga dînî û çandî kir ku bi armanca berfiehkirina çanda xalifandî û pîs ji bo bêrêziya li nirxên dînî û însanî ji aliyê welatên rojavayî û siyonîzma cîhanî va dest pê bûye.

Ji aliyê din va, Wezareta Karên Derve ya Urdinê wek berteka li hemberî hewldanên li swêdê ji bo bêrêziya li Qurana pîroz tekez kir ku bêrêziya li pirtûka misilmanan bi ti awayî nayê wateya azadiya Raderbirrînê.

Emanê tekez kir: Şewitandina Qurana pîroz kiryareke nefretbar û xeternak û ji nîşaneyên tirsandina ji Îslamê ye ku tundûtûjî û bêrêziya li olan pêk tîne û teqez nikare wek Azadiya Raderbirrînê were zanîn.

Di vî halî da, Wezareta Karên Derve ya Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemnenê ragihand, Bêrêziya li Quranê cinayeteke tam nayê qebûlkirin û handêr a nijadî ye û dewleta Swêdê berpirsa vê cinayetê ye ku bi ti awayî têkiliya xwe bi azadiya bawer î ûraderbirrînê ku welatên rojavayî wê dubare dikin, tineye.

Sen'ayê derbarê dûhatên van handanan hişyarî da û ragihand, Ev rêbaz cûreyeke tundûtûjî û terorîzm û binpêkirina sozname û pîvanên navneteweyî ye ku daxwaza piştevaniya ji azadiya mezheb û baweriyê dikin û dewletên ewropî pesna wê didin.

Nasir Kenanî Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê jî tevî şermezarkirina bêrêziya li Qurana Kerîm li Swêdê, got: Çaverêtî ji dewleta Swêdê heye ku tevî rêgirtin li dubarebûna bêrêziya li pîrozweriyan, di vî warî da xala berprisyarî û brsivdanê bi awayekî ciddî berçav bigire.

Kenanî bi gotina vêya ku dewlet û miletê Komara Îslamî ya Îranê weke misilman û azadfikrên din ên cîhanê bêrêziyeke wiha tehemil nakin û bi tundî wê şermezar dikin.

Wî got: Çaverêtî ji dewleta Swêdê heye ku tevî rêgirtin li dubarebûna bêrêziya li pîrozweriyan, di vî warî da xala berprisyarî û brsivdanê bi awayekî ciddî berçav bigire.

 

Serepeyv