Hezîran 11, 2023 10:10 Asia/Tehran
  • Rapor | Berteka herî nû ya Kemal Kilîçdaroglu li hemberî encamên Hilbijartinên Tirkiyê

Rêberê Partiya Komarxwaz a Gelan a Tirkiyê (CHP) di axaftinekê da bi gotina vêya ku encamêbn hilbijartinên vê dawiyê yên serokkomartî û parlimaniyê li vî welatî berovajî çaverêtî û pêşbîniyan bûn got ku ev encam şikesteke giran ji bo Opozîsyonê nayê hesab.

Kemal Kilîçdaroglu Rêberê Partiya Komarxwaz a Gelan a Tirkiyê (CHP) û hevrikê sereke yê serkeftiyê hilbijartina vê dawiyê yanî Erdogan, di gotûbêja bi kanala tirkî ya Sozcûyê da derbarê îhtimala berendambûna xwe ji bo bidestxistina dubare ya serokatiya vê partiyê tevî serneketina di hilbijartinê da got ku heta vê kêliyê ti biryarek li ser vê mijarê nedaye, ji ber ku saziyên navxweyî yên vê partiyê wê di vî warî da biryar bidin.

Kemal Kilîçdaroglu di bersiva pirsekê da derbarê berendamtiuya Ekrem Îmamoglû Şaredarê Stenbolê bo serokatiya CHP'yê, got: Ez li dijî vê yekê nînim, lê bi nêrîna min nabe ku ew ji Şaredariya Stenbola mezin xafil bimîne.

Berendamê Opozîsyona Tirkiyê di hilbijartinên vê dawiyê da her wiha got ku ew ji lidarxistina kongreyeke gelemperî ji bo bijartina serokê CHP'yê di dema herî lez a pêkan da û beriya hilbijartina xwecihî di Adara 2024an da piştgirî dike.

Kemal Kilîçdaroglu got: Encamên hilbijartinan berovajî çaverêtiyan bûn; ji ber ku ewqas rapirsînan pêşbînîya serkeftina me dikirin, lê Hevpeymaniya Maseya şeşqolî bi dengê navçeyên gundî tûşî şikestê bû, ji ber ku hemî niştecihên navçeyan dengê xwe dan Opozîsyonê û civaka gundî ji ber kêmbûna xercên jiyanê zêde neketiye bin bandora qeyrana aborî.

Rêberê Partiya Komarxwaz a Gelan a Tirkiyê (CHP) 14ê Gulanê di dora yekem a hilbiajrtinan da wek kesê duyem derbasî dora duyem bû. Lê di dora diduyan da bi wergirtina kêmtir ji sedî 48ê dengan li hemberî Erdogan ku zêdetirî sedî 52ê dengan bi dest xistibû, derda.

Li pey vê derdanê gelek rayedarên partiyên Opozîsyonê ji wan ên CHP'yê ji cîgeha xwe istîfa kirin.

 

Serepeyv