Hezîran 04, 2023 16:56 Asia/Tehran
  • Tekeziya dubare ya Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ser pêwîstiya rawestana li hemberî dijmin

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di rêûrisma rêzgirtinê ya salvegera 34an a Rehleta Îmam Xumeynî (RE) da ku beşdariya bicoş a gel û berpirsan hat lidarxistin, careke din ser pêwîstiya sekinîna li hemberî dijminatiya istikbarê tekez kir.

Hezretê Ayetullah Xamineyî Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî îro (Yekşemî) di beşeke gotinên xwe da tevî amajeya bi vê rastiyê ku berovajî xeyala şaş a hin kesan, dijminatiyên istikbar û siyonîzma cîhanê tev gelê Îranê, ji ber paşvekişînên di hin babetan da kêm nabe an jî ji nav naçe, got: Di gellek babetan da paşvekişînên me bû sebeb ku ew pêş da bên û zêdetir sînoran bibezînin; ji ber ku armanca wan a sereke vegerandina Îranê bo heyama beriya Înqilabê yanî serdema girêdayîbûn û bê-huviyetiyê ye.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di vî warî da got: Di hin hikûmetên van çend deh salan da, hin kesan bwerî bi paşvekişîn û dayîna puenan bûn, lê di yek ji van hikûmetan da, heman welatê ku em li hemberî wî paşvekişîbûn, ji bo serokkomarê me daxwaza cezayê derxist û ew li dadgeheke bêyî amadebûna wî mehkeme kir, an jî di hikûmeteke din da ku dibê qey mixabin alîkariya amerîkiyan jî hatibû kirin, wan Îran wek Mihwera Şerxwaziyê bi nav kirin.

Gotinên Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî balê dikişîne ser dewama zextên siyasî, aborî û propagandaya dijminan ji wan Amerîka û Rejîma Siyonîst ku bi armanca handana Komara Îslamî ya Îranê bo paşvekişîna di mijarên kêşeliser weke çalakiyên navokî yên aştiyane an jî pêşketinên di warê çek û leşkerî da hatine domandin.

Rastî ev e ku di salên piştî serkeftina Înqilaba Îslamî da, dijminan bi serkirdayetiya Amerîkayê hemî emrazên siyasî, aborî ûheta leşkerî ji bo anîna zextê li ser Komara Îslamî ya Îranê bi kar anîne ku helbet tevî pêkanîna ziyan û zirar û pirsgirêkên aborî, ji ber berxwedana gel û nîzamê, ti wextî nebûye sebeb ku helwêstên bingehîn ên Îranê çi di warê navxweyî û çi jî di warê navçeyî û navneteweyî da biguherin.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî jî ji ber vê yekê hertim li dijî her cûre sazişkariyekê sekinîye û ser pêwîstiya sekinîn û berxwedana li hemberî dijminan tekez kiriye; Ew Berxwedanê wek berteka xwezayî ya her miletekî azade û bişeref li hemberî dasepandin û zorbêjiyê dizane û dibêje: "Rewşa herî xerab ji bo welatekî ev e ku berpirsên welêt ji tundî, bedmirûzî û gefxwarina dijmin bitirsin; eger tirsiyan, di rastiyê da wan derî ji bo têketina wî û destdirêjiya wî anku dijmin vekirine. Divê kar bi aqilmendî, mentiq û hikmetê pêk were, di vî warî da ti şik û gumanek tineye, lê divê bi wêrekî pêk were; bi tirsînê, bi xof û herasê, bi ketina bin bandora tundîkirin û bedmirûzî û hêrs û xezeba hêzxurtên cîhanê û bandorgirtin ji vana, bedbexî dê dest pê bibe. Vêca, eger kesek ditirse, bila bitirse, lê bila ji aliyê gel va netirse; wek nûner û berpirsê gel netirse. Gel rawestiyaye.

 

Serepeyv