May 21, 2023 10:25 Asia/Tehran
  • Rapor | Tirsa Opozîsyonê ji serneketina di hilbijartina serokkomartiyê ya Tirkiyê da

Dijberên Receb Teyyîb Erdogan piştî serneketina di hilbijartina parlimanî da, serkeftina di hilbijartina serokkomartiyê wek tenha rê ji bo pêkanîna hevsengiyê li Tirkiyê dizanin.

Hilbijartina parlimanî û serokkomartiyê roja 14ê Gulanê bi awayê hevdem hat lidarxistin. Opozîsyona Tirkiyê di hilbijartina parlimanî da bi ser neket û pirraniya kursiyên vê saziya qanûndaner ketin destê berbijarên Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) û partiyên hevpeymanê wê.

Eger berbijarê Opozîsyonê di dora duyem da bi ser nekeve, kontrola du saziyên serokkomartî û parlimanê dikeve destê Erdogan û hevpeymanên wî û bandora opozîsyonê li ser biryardanan dê ji nav biçe. Niha dijberên hikûmeta Tirkiyê piştî serneketina di hilbijartina parlimanî da, ji bo bidestxistina cîgeha serokkomartiyê hewl didin.

Meral Akşener Rêbera Partiya Baş a Tirkiyê tevî amajeya bi serkeftina partiya serdest di hilbijartina parlimanî da got: Ji ber ku pirraniya kursiyên parlimanê ketine destê Hevpeymaniya Cimhûr'ê, divê em di hilbijartina serokkomartiyê da bi ser kevin da kusazûkara kontrola hevsengiyên pêk were. Me ti bijartinek ji bilî serkeftinê tineye.

Endama Maseya Şeşalî her wiha bi bîr xist: Me nerazîtiya xwe li hemberî dengên 2 hezar sindoqan nîşan daye û van nerazîtiyan dişopînin.

Li gorî medyayên Tirkiyê, aliyên Opozîsyonê ji bo wergirtina piştevaniya Sînan Dogan kesê sêyem di hilbijartina serokkomartiya Tirkiyê da ketine tevgerê.

Tê gotin dayîna posta Wezareta Geştyariyê di berdêla piştevaniya ji Kilîçdaroglû ji Dogan ra hatiye pêşniyazkirin; di halekî da ku ew bi cîgeheke kêmtir ji Alîkariya Serokkomartiyê qanih nabe.

 

Serepeyv